Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin 2020-07-16 13:44:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Şerê li ser sînorê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de piştî agirbesta rojekê, îro ji nû ve dest pê kir. Her du welatan bi daxuyaniyan hevdû sûcdar kirin.   Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de piştî agirbesta rojekê, dîsa dest pê kir. li gorî daxuyaniyê wezaretên her du welatan şerê di navbera wan de îro careke din dest pê kirine.    Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, duh ragihandibû ku hêzên Azerbaycanê di 12'ê tîrmehê de li ser sînor ketine nava hewldanên provokatîf û bûne sedema şerê leşkerî.   ÊRÎŞÎ HERÊMÊN SÎVÎL KIRIN   Li gorî nûçeya malpera Armenewsê, Berdevkê Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê Artsrûn Karapetî Hovhanisyan ragihand ku Azerbaycanê êriş biriye ser herêmên sivîl, du febrîqe û lûleyeke gazê, lê tiştek bi sivîlan nehatiye. Di dîmenan de yên ji aliyê medya Ermenistanê ve hatin weşandin obusên Azerbaycanê li qadên sivîlan dikevin û xisarê li gelek malan dikin.   Roja yekşemê li ser sînor di şer de yek jê general 11 leşkerên Azerbaycanê mirin. Li aliyê Ermenistanê jî tê gotin ku 2 leşker hatin kuştin.   ŞERÊ 30 SALÎ   Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î ve ji bo kontrolkirina herêma Karabagê şer dikin. Vê herêmê sala 1991'ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê dijî Azerbaycanê de derdora 30 hezar mirovî jiyana xwe ji dest dane. Ev şer di sala 1994'an bi agirbestekê bi dawî bû.