Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin 2020-07-16 15:02:46   MÊRDÎN – Li Mêrdînê cotkar li dijî qûtkirina ceryanê rabûn û daketin ser rêya navnetewî ya hevrîşmê û rê li çûnehata wesayîtan girtin.    Li gundên girêdayî navçeyên Artûklû, Qoser, Derîk û Nisêbînê yên Mêrdînê ji 14’ê gulanê ve şirketa ceryanê DEDAŞ bi hêceta deynê cotkaran ceryanê heye ceryana cotkaran qût kiriye. DEDAŞ’ê vê hêceta xwe berfireh kir û ceryana van gundan bi tevahî qût kir. Li ser vê yekê xelkê van gundan li hev civiyan û daket ser rêya navnetewî ya Hevrîşmê û çalakî li dar xistin. Welatiyan bertekên xwe li dijî DEDAŞ’ê û rayedaran nîşan dan û bi traktoran demek dirêj rê li çûnehata wesayîtan girtin.   Çalakiya li dehma gundê Semo pêk hat, ji her du aliyan ve jî rê girtin û bi kîlometroyan wesayît ketin rêzê û sekinîn. Piştî çalakiyê dest pê kir leşker sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Leşkeran xwest welatiyan qanih bike, lê welatiyan bertek nîşan da û vê carê di navbera welatî û fermandarê leşkeran de rageşî qewimî.    Piştî demek dirêj rê li çûnehatê vekirin. Fermandarê leşkeran xwest welatî ango cotkar biçin serî li dadgehê bidin. Li ser vê yekê cotkaran da zanîn ku DEDAŞ biryara dadgehê nasepîne. Cotkaran bertek nîşanî fermandarê leşkeran da û gotin: “Tu dikarî wisa biberizî DEDAŞ’ê? Tu jî ji me re jêhatî yî.”    ‘BERAXÊV KÎ YE?’    Ji cotkaran Kadrî Ete diyar kir ku li gel deynê wan nîne jî DEDAŞ bi giştî xelkê herêmê ceza dike û beraxêvê vê yekê nabînin û xwest ceryana wan were berdan.    ‘NIKARIN LI CIHEK DIN VÊ ZILMÊ BIKIN’    Cotkarê bi navê Siyabend Ecevît jî da zanîn ku li gel deynê wan nîne jî DEDAŞ ceryana wan dibire û got: “Ez ceryanê ne ji bo şexsê xwe dixwazim. Li vê herêmê bi sedan nexweş hene. Bi çavek din li me dinêrin. Ka bila biçin li cihek din vê zilmê bikin. Nikarin vê zilmê li cihek din bikin.”    ‘DEWLET JÎ DESTEKÊ DIDE DEDAŞ’Ê’    Ji cotkaran Şêxmûs Kaso jî anî ziman ku bi qûtkirina ceryanê xelkê herêmê şerpeze û mexdûr dibe û got: “Nexweşên pêdiviya wan bi ceryanê heye hene. Girêdayî makîneyan dijîn. Ne xew ne jî tiştek din ji me re maye. Ev zilm e. Di vê zilmê de dewlet jî destekê dide DEDAŞ’ê û bi hev re ceryanê qût dikin.”