Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan 2020-07-16 20:54:30 AMED - Ji 26 jinên li Amedê hatibûn binçavkirin bi dayika 57 salî Aklîme Hanas re 3 jin hatin berdan.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de der barê 33 jinên ku nûneriya rêxistinên civakî dikin de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.  Ji van 33 jinan 23 jin di 14'ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya û edîtora Jinnews’ê Ayşe Guney, Hevseroka MED-DUHAT-DER'ê Elîf Harran jî, di navde 23 jin bi hinceta beşdarî çalakî û şahiyan bûne û beyanên şahidan li ser wan hene hatibûn binçavkirin. Dûre 3 jinên din jî hatin binçavkirin û bi vî awayî hejmara jinên hatibûn biçavkirin derketibû 26’an.    Ji 26 jinên hatin binçavkirin  dayika 57 salî Aklîme Hanas, endama Komeleya  Alîkariya  Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) Rabîa Ataş, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê  Gulşen güneş û Zeynep Suncak sewqî edliyê hatin kirin.   4 JIN HATIN BERDAN    Dozgerê îfadeya Aklîme Hanas, Gulşen Guneş û Zeynep Suncak girtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola elî sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar kir û xwest Rabîa Ataş bê girtin. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar her 4 jin bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    Hayriye Demîr a 75 salî ku ew jî di çarçoveya lêpirsînê de li Licê hatibû binçavkirin duh biribûn Edliyê Amedê û piştî îfade dabû dozger, hatibû berdan.   Li bendêye ku îfadeya 21 jinên li Midûriyeta Polîsan tên girtin, bên girtin û sibe sewqî edliyê bên kirin.