Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin 2020-07-16 22:57:31 AMED – Malbata Baran, cenazeyê keça xwe Havva Baran ku li Dersimê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan spat axê.   Malbata Baran, cenazeyê keça xwe Havva Baran (Amara Çiya) a HPG’î ku di 5’ê cotmeha 2019’an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Meletiyê ya Bajêr wergirt û anî Amedê. Malbata Baran, di 30'ê gulanê de agahî girt ku keça wan jiyana xwe ji dest daye û di 2'yê hezîranê de serî li Edlî Tiba Meletiyê da û ji bo testa DNA’yê xwîn da. KONTROLA GBT’Ê KIRIN Rayedarên leşkerî, di 14’ê tîrmehê de agahî dan malbatê ku encama testa wan DNA’yê diyar bûye û dikarin bên cenazeyê xwe bigirin. Malbatê îro cenazeyê keça xwe girt û anî Amedê. Di rê de polis û leşkeran çend caran malbatê da rawestandin û kontrola GBT’yê kirin. DI BIN DORPÊÇÊ DE SPARTÊN AXÊ Malbatê dema ku cenazeyê keça xwe bir Goristana Yenîkoyê, bi hinceta ku cenazeyekî din li goristanê heye ji aliyê polisan ve bi qasî saet û nîvek hat rawestandin. Piştî rawestandina saet û nîvekê polisan destûr da ku cenaze bikeve goristanê.  Malbatê piştî pêkanîn wecîbeyên olî di bin dorpêça polisan de cenazeyê keça xwe spart axê. DESTÛR NEDAN Rêveberên MEBYA-DER’ê jî hatin goristanê û xwestin beşdarî merasîma definkirinê bibin lê polisan ew astengkirin û destûr nedan ku ji xeynî malbatê tu kes beşdarî merasîma cenaze bibe.