Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir 2020-07-16 23:08:50 ÊLIH - Li navçeya Qubînê ya Êlihê, zaroka 17 salî Î.P. bi awayekê bi guman xwest întîhar bike. Hat îdîa kirin ku Î.P. ji ber ku ji aliyê çawîşê pispor M.O. ve hatiye tecawîzkirin, xwestiye dawî li jiyana xwe bîne.       Li gund Çobanlik a navçeya Qubînê ya Êlihê, zaroka 17 salî Î.P. bi awayekê bi guman xwest bi çiftê întîhar bike. Malbata Î.P. a bûyer bihîst, keça xwe rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê. Î.P. piştî mudaxileya dest pê kê, sewqî nexweşxaneyek taybet a Êlihê hat kirin. Dûre Î.P. hat emeliyatkirin û piştre jî rakirin beşa lezgîn. Hat diyar kirin ku talûkeya  jiyana Î.P. dewam dike.    Li gorî îdîayan, Î.P. ji ber ku rastî tecawîza çawîşê pispor ê bi navê M.O. hatiye , xwestiye întîhar bike.    Piştî îdîayan, gelek kesan li ser hesabê medya civakî dest bi hashtage #êlihbêdeng nebe (#susmabatman) bertek nîşan dan.