Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin 2020-07-17 08:46:01   ÊLIH – Şaxa ÎHD’a Êlihê û Baroya Êlihê ragihandin çawişê pispor ê tecawizî zaroka 17 salî kir hatiye binçavkirin.    Li navçeya Qûbîna Êlihê zaroka bi navê Î.P. a 17 salî tê gotin ji ber tacawiza çawişê pispor M.O. bi çifteyê gule berdaye xwe û xwestiye întîhar bike. Piştî bûyerê Î.P. ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qûbînê û pişt re jî rakirin nexweşxaneyek taybet a li Êlihê û tê gotin rewşa wê ya xeter didome.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê û Baroya Êlihê ragihandin ku ew ji nêz ve bûyerê dişopînin. ÎHD’ê û Baroya Êlihê ragihandin ku çawişê pispor ê tecawizkar ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê ve hatiye binçavkirin.