ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-17 09:00:09 * Malbata Yalvaç, ev 22 salin li kurê xwe Nejat Yalvaç ê berê xwe da çiyê û bihîstin ku kurê wan jiyana xwe ji dest daye, digere. Bavê Nejat Yalvaç, Yûsûf Yalvaç, diyar kir ku ji bo cenazeyê kurê xwe bigirin serlêdan kirin, lê heya niha tu bersiv ji bo wan nehatiye dayîn. Yûsûf Yalvaç, da zanîn ku peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyên li dijî kurdan hatine kirin nîşan dide.  * Hevjînên hev Zeynep û Mûstafa Çobaz ên li bajaroka Xalfelî ya Idirê dijîn, di nava 15 salan de, amûrên berê yên çandiniyê ji herêmê kom kirin û di baxçeyê mala xwe de pêşan didin. Malbata Çobaz, bi keyfxweşiyek mezin xwedî amûrên dîrokê derdikevin û wan diparêzin.    * Keyaya taxa Hasankeyfê Mesmegul Ozdemîr a li Bazîdê bi xebat û kirinên li taxê xwe xistiye dilê her kesî û xelkê taxê jî ji keyaya xwe hez dike.   * Ji ber zamên li pey hev tên kirin,  her roja diçe fatûreyên ceyranê dinepixin. Serokê Odeya Endezyarên Ceyranê yên Amedê Alîcan Çetînkaya, diyar kir ku fatûreyên ceyranê ji sedî 62, ji ber bacayên binavgîn zêde tên.    * Welatiyên bi navê Nafiye Orhan û Ayşe Avci ku li Wanê dijîn, li dijî bihabûnê dikanek ji xwe re kirê kirine û têde lihêfan çidikin û pê debara xwe dikin.    * Parêzera HHB’ê Ayşegul Çagatay, diyar kir ku dosyayên Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê dene, li dadgeha bilind û got: “Ji betlaneya edlî re 4 roj man. Em nûnerên hêviyê biparêzin. Berî betlaneya edlî divê daxwazên wan bên qebûlkirin û tavilê bên berdan.”   * Girtiyê nexweş Hasan Aşa, yê di sala 2010’an de, di çalakiyeke şermezarkirina operasyonên KCK’ê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiribû û doz lê hatibû vekirin, piştî 10 salan beraet kir.    * Jinan, diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û gotin: “Divê baş bê zanîn ku, em bi biryarin mafê jinan biparêzin.”    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, du motorsiklêtên ji bo bi kar anîna zabiteyan hatibûn kirîn, bi hinceta “zêdene” hîbeyî Midûriyeta Polîsna kir.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li avahiya HDP'a Amedê rapora DEDAŞ'ê eşkere bike. (11.00)   * Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dê li gelek bajaran bi wesîleya 34'emîn salvegera damezrandina xwe li daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)    * Odeya Endezyarên Makîna ya Amedê dê ji bo rêvebera xwe ku di lêpirsîna KCD'ê de hat girtin li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îskenderûnê dê têkildarî Peymana Stenbolê û êrişa zayendî ya li dijî zarokek 13 salî ya li Şirnexê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê dê li navçeya HDP'a Rêya Armûşê têkildarî îstîsmarkirina zarokan civîn li dar bixe û Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê jî têkildarî îstîsmarkirina zarokan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê beşdarî "Hevdîtina Demokrasiyê" ya li Parka Koşûyolû ya Amedê bibe. (17.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê "Hevdîtinên demokrasiyê" li Parka Saraçhaneya navçeya Fatîhê pêk bîne. (19.00)