Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite 2020-07-17 09:21:43 ÊLIH - Qeyûmê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, du motorsiklêtên ji bo bi kar anîna zabiteyan hatibûn kirîn, bi hinceta “zêdene” hîbeyî Midûriyeta Polîsna kir.     Qeyûmê di 23’yê Adarê de tayînî Şaredariya Êlhê hat kirin, piştî ku meclîsa şaredariyê ya ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin betal kir, bi memûr bi diyar kirin re civîna “meclîsê” li dar xist. Biryarên civîna meclîsa qeyûm ên mehên Gulan û Hezîranê di sîteya înternê de hatin weşandin.   MOTOSÎKLETÊN ŞAREDARIYÊ DA POLÎSAN   Di civîna meclîsa qeyûm de gelek biryarên weke “guhertina planên avakirinê, raporên xebatê û falîyetên şaredariyê de” hatin girtin. Qeyûm di civîna meha Hezîranê de, biryar da ku 2 motosîkletên şaredariyê yên di dema qeyûmê berê de hatibû kirîn, hîbeyî Midûriyeta Polîsan bên kirin.   'QEYÛM NE MEŞRÛ NE’   Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û ji peywirê hat girtin, bal kişand ser kiryarên qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin û wiha axivî: “Em bi biyara wezaretê ji kar hatin girtin. Em hîna jî hevşaredarên gel ên hatin hilbijartinin. Ji sedî 66 gel dengê xwe da HDP’ê. Bi qeyûmên ne meşrû, vîna vî gelê tune hesibandin. Em  ê weke hilbijêran li dijî bêmafiyê daxwazên xwe yên demokratîk tim bînin ziman. Biryarên di meclîsa qeyûm de hatin girtin li dijî  qanûna bingehîne.”   'EM DIŞOPÎNIN’   Korkmaz, derbarê du motosîkletên ji bo Midûriyeta Polîsan hatiye hîbekirin de jî axivî û wiha bertek nîşan da: “Gelo me pereyê dewletê tuneye ku amûretên şaredariyê didin Midûriyeta Polîsan a girêdayî Wezareta Karê Hûndir? Qeyûmê berê jî maşîneyên zirxî yên şaredariyê hibe kiribûn. Şaredarî saziya gele.Gelo malê gel hîbekirin, nayê wateya xespkirin?”    'NE MEŞRÛ YE’   Yek ji endamên meclîsê parêzer Şîrîn Şen jî, da zanîn ku meclîs endamên meşrû yên şaredariyê ne û wiha got: “Em encamên meclîsê nikarin bikevin şaredariyê. Di şaredariyê de çi diqewime em nizanin. Dema em dixwazin bikevin şaredariyê jî me dixin binçavan. Bi OHAL’ê re di qanûna şaredariyê de guhertin hat kirin. Her qanûn jî ne meşrû ne. Ji ber ku niha meclîsek û endamên wê meclîsê hene. Biryarên di vê meclîsê de tên girtin ne qanûnî ne û ne jî meşrû ne. Li dijî qanûna bingehîne û em van biryaran nas nakin.”