Li Dîlokê 9 kes hatin girtin 2020-07-17 09:52:15   DÎLOK – Li Dîlokê 29 kes hatibûn binçavkirin. Ji van kesan Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin jî di nav de 9 kes hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hat destpêkirin di 14 tîrmehê de li Dîlokê rêveberên berê û yê niha yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Damezrînera Jinûve Sosyalîst (SYKP) di nav de 29 kes hatibûn binçavkirin. Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydn jî di nav de 14 kes duh lêpirsîna wan a li emniyetê temam bû.    Piştî lêpirsîna li emniyetê Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin, Hevserokê HDP’a Navçeya Şehîtkamîlê Îbrahîm Dag, Hevserokê HDP’a Navçeya Islahiye Yûsûf Îyem, rêveberên HDP’a bajêr Hasan Saran û Abdullah Acar, Hevseroka HDP’ê ya bajêr a berê Atiye Okay, rêvebera berê yên HDP’ê Yelîz Yilmaz û Hevserokê DBP’a Dîlokê ya berê Habîbe Tîşkaya, rêveberên DBP’a bajêr Sevînç Selçûki Hûrşît Besle, Abdulmutalîp Kiliç û Omer Sûngûr, Enver Ozmen û parêzer Adnan Erol sewqî edliyê hatin kirin.    XEBATA HILBIJARTINÊ JI WAN HAT PIRSÎN    14 kesên îfade dan dozgeriyê bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin sûcdarkirin. Di lêpirsîna dozgeriyê de xebatên hilbijartina xwecihî ya 2019’an, beşdariya wan a civînan û şopandina teknîkî û fîzîkî û qeydên telefonan ji wan hatin pirsîn.    9 KES HATIN GIRTIN    Piştî îfadeyên li dozgeriyê temam bûn bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar hatin kirin. Dadger piştî îfadegirtinê Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin, Adnan Erol, Hûrşît Besle, Abdullah Acar, Enver Ozman, Sevînç Selçûk, Omer Sûngûr, Îbrahîm Dag û Hasan Saran da girtin.    Dadger 5 kesên di bi şertê kontrola edlî û hepsa malê berda.    15 kesên din hêj di binçavan de tên ragirtin.