Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin 2020-07-17 10:20:28 DERSIM – Li Dersimê ferdên malbetekê erişî nûçegihana me Ayşe Surme û nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Dger kirin û li wan dan.  Nûçegihana ajansa me Ayşe Surme û nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger li taxa Mogultay a Dersimê nûçe dişopandin. Komek ku ji ferdên malbatekê pêk dihatin êrişî her du rojnamevanan kirin. Saet di 01.00’ê şevê de nûçegihan dengê qîrîna jinekê dibîhîzin û diçin cihê bûyerê dîmen û wêne digirin. Di kêliya Surme û Deger nûçe dişopandin ferdên malbatek ku li hev dixistin, êrişî her du rojnamegeran kirin. Ferdên malbatê li rojnamegeran dan, heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin û gotin “hûnê vîdeoyê jê bibin.” Van kesan dest danî ser telefona Deger. Rojnamevan ketin navberê û bûyer sekinî û pişt re telefona Deger danê.