Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike 2020-07-17 12:04:42   ŞIRNEX – Li gundê Dîlopkê ya girêdayî navçeya Basayê hat îdîakirin ku jinek ciwan a 17 salî ji ber sedemek nayê zanîn bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike.    Li gundê Dilopkê ya girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê hat îdîakirin ku jineke ciwan a bi navê R.O. ya 17 salî ji ber sedemek nayê zanîn bi çeka bavê xwe yê cerdevan gule berda xwe û xwest întîhar bike. Hat zanîn ku R.O. bi giranî birîndar bûye û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxileya ewilî R.O. ji ber rewşa wê giran bûye bi helîkoptêrê sewqî nexweşxaneyek li Rihayê kirin e. Hat ragihandin ku rewşa R.O. di xetereyê de ye.