Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin 2020-07-17 12:32:48   ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik ê tê gotin tundî li hevjîna xwe kiriye lêpirsîna “bi daxwaza îhracê ya teqez” da destpêkirin.    Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik ê ku tê gotin tundiyê li hevjîna xwe kiriye daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku wan duh derbarê tundiya ku Mensûr Işik li hevjîna xwe Ebrû Işik kiriye daxuyaniyek dane û lêkolînê dane destpêkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku di encama lêkolîna wan de Desteya Dîsîplînê ya Navendî ewil beyanên Ebrû Işik esas girtiye û derbarê Mensûr Işik de bi daxwaza îhracê ya teqez lêpirsîn dane destpêkirin. Meclîsa Jinan a HDP’ê da zanîn ku hemû erkên Mensûr Işik hatine rawestandin û dê parastina Mensûr Işik jî bigirin û dê pêvajoyê bişopînin.