Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye 2020-07-17 13:09:26   ÊLIH – Hat zanîn ku Î.P. a ku çawişê pispor M.O. tecawizê wê kiriye û duh xwest dawî li jiyana xwe bîne li pey xwe nameyek hiştiye. Hat gotin berê derbarê M.O. de ji dozgeriyê û leşkeriyê re gilî hatiye kirin lê hatiye piştguhkirin.    Li gundê Hemdûna girêdayî navçeya Qûbînê ya Êlihê Î.P. (17) a ku tê gotin çawişê pispor M.O. tecawizê wê kiriye bi çekê gule berda xwe û xwest întîhar bike. Î.P. bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyek taybet a Êlihê tê dermankirin û rewşa wê giran e.    CENDIRMEYAN Û DOZGERIYÊ BÛYERÊ PIŞTGUH KIRINE    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer di 24’ê hezîranê de rû daye. Li ser vê yekê ferdên malbata Î.P. derbarê çawişê pispor M.O. de serî li dozgeriyê dane û giliyê wî kirine. Dozgeriyê û cendirmeyan ji malbatê re gotiye tişta pêwîst dê bikin. Lê belê heta îro tu muameleyek derbarê çawişê pispor de nekirine.    TÊ GOTIN Î.P. NAME NIVÎSANDIYE    Di vê navberê de li gorî agahiyên malbatê dan, tê gotin Î.P. beriya întîhar bike nameyek nivîsandiye û xistiye berîka bavê xwe. Hat zanîn ku piştî bûyerê name radestî dozgeriyê hatiye kirin.    HDP Û SAZIYÊN MAF ÇÛN SERDANA MALBATÊ    Malbat li ber nexweşxaneyê disekine. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, rêveberên Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Êlihê, endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û nûnerên sendîkaya SES’ê çûn nexweşxaneyê serdana malbatê. Siyasetmedar û parêzvanên mafê mirovan diyar kirin ku ji bo bûyer zelal bibe û çawişê pispor cezayê pêwîst werbigire dê li cem malbatê cih bigirin.    Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê da destpêkirin de çawişê pispor M.O. duh hatibû binçavkirin.