Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan 2020-07-17 14:20:21 STENBOL – Platforma Piştevaniya ya Ji Bo Edaletê, ji bo parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê edaletê di rojiya mirinê de ne, daxuyanî dan û xwest her kes bibin dengê wan û bêtir dengê wan bilind bikin.    Platforma Piştevaniyê ya Ji bo Edaletê, ji bo balê bikişînin ser rewşa Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên ji bo mafê edaletê ketine rojiya mirinê, daxuyanî dan çapemeniyê. Platformê li Otela Grand a Okmeydani daxuyanî dan. Di civînê de endamên Platformê û malbata Ebru Timtîk û dayika Didem Akman a di rojiya mirinê de Zülfiye Akman amade bûn. Xaltîka Ebru Timtik Yildiz Denîz daxuyanî da û wiha got: "Ebrû û Aytaç ji bo mafê darizandina edlî ketine rojiya mirinê. Ebrû Tîmtîk 197 roj û Aytaç Unsal 166 rojin di grevê de ne. Ebru 30 kilo daye. Êdi nikare avê jî vexwe. Aytaç daketiye jêra 60 kiloyan. Di devê wî de birîn çêbûne. Ozgur Karakaya û Didem Akman ên di rojiya mirinê de ne jî rewşa tenduristiya wan xerab e. Edalet daxwaza me tevan e.  Aytaç, Ebru, Didem û Ozgur ji bo edaletê bedena xwe dihilînin. Ev daxwaza hemû kesên bindest e. Heta ku em edaletê bînin vî welati em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê em deng bidin dengê wan û bêtir dengê wan bilind bikin. Divê daxwazên girtiyên di rojiya mirinê de demildest bê qebûlkirin."