Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin 2020-07-17 14:48:01 HATAY – Rêxistina HDP’ê ya Hatayê ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan” a sibê li Hatayê banga beşdariyêk ir.  Li Hatayê sibê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar “Hevdîtina Gelan û Baweriyan” tê lidarxistin. Rêxistina HDP’ê ya Hatayê têkildarî hevdîtinê li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogûllari û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hatimogûllari di daxuyaniyê de axivî û banga beşdariya hevdîtinê li gelan û baweriyan kir.