Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin 2020-07-17 15:07:23   STENBOL - Gelek hunermend û rewşenbir, bi boneya hunermend ji ber fikrên xwe tên darizandin û cezakirin daxuyanî dan. Hunermendan bang li îqtîdarê kir û xwest hurmetê nîşanê mafên mirovan bidin.      Hewldana Hunermendan, bi îmzekirina gelek hunermendan, bi boneya balê bikişînin ser hunermend û rewşenbirên ku ji ber fikrên xwe tên darizandin û cezakirin, daxuyaniyek hevpar dan. Hewldana Hunermendan, bi îmzeya gelek hunermend, rewşenbir, nivîskar ên wekî Ahmet Tellî, Levent Uzumcu, Adnan Ozyalçiner, Ataol Behramoglu û Mujdat Gezen jî hene, daxuyanî dan. Hewldanê di daxuyaniyê de diyar kir ku wekî hunermenden ku keda xwe û hunera xwe ji bo xizmeta gel û welat xerç dikin, bang dikin û wiha gotin: "Kêfxweşiya we kêfxweşiya me ye, bêzarî û bêkêfxweşiya we jî bêkêfxweyiya me ye. Em dizanin û dibînin ku hûn ne kêfxweş in. Di van şertan de hûn dê çawa kêfxweş bin. Mirov bi betalî û xizaniyê re şer dikin. Di vê pêvajoya ku vîrûs can distîne, ji ber şer li sûkê û bazarê buha mirovan perîşan dike. Karker, çotkar, gundî û kedkar bi tevahî kesên debara wan tune bi xizaniyê re şer dikin. Em natirsin. Em bang li hemû mirovan dikin ku bêtir bi bawerî û biryar tev bigerin. Em bang li hikûmetê jî dikin ku hurmetê ji mafên mirovan re nîşan bidin. Em dixwazin hurmetê nîşanî mafên mirovan û çavkaniyên xwezayê bidin. Em bang li hêzên muxalif jî dikin ku bêtir bi biryar û wêrekî tev bigerin.      Hunermendên daxuyanî îmze kirin wiha ne: Edip Akbayram, Sadun Aksut, Gulcan Altan, Mujde Ar, Koray Ariş, Ekrem Ataer, Engin Ayça, Orhan Aydin, Enver Aysever, Rutkay Azîz, Taner Barlas, Bedri Baykam, Nîhat Behram, Ataol Behramoglu, Egemen Berkoz, Gani Cansever-Heval, Metin Coşkun, Meltem Cumbul, Nevzat Çelîk, Haluk Çetîn, Melike Demirag, Fusun Demîrel, Erhan Dogan, Utku Erışık, Yucel Erten, Turgay Fişekçi, Mujdat Gezen, Fehim Guler, Tarık Gunersel, Sadik Gurbuz, Emin Îgus, Gulseli Înal, Ekrem Kahraman, Tuğrul Keskin, Arif Keskiner, Can Kolukısa, Macit Koper, Zulfu Livaneli, Zeynep Oral, Coşkun Ozdemir, Denîzhan Ozer, Adnan Ozyalçiner, Abdullah Nefes, Vedat Sakman, Adîl Salih, Ferhan Şensoy, Yusuf Taktak, Cihat Tamer, Ahmet Telli, Sali Turan, Gulsen Tuncer, Dilek Turker, Levent Uzuncu, Nejat Yavaşogullari, Umit Zileli.