Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan 2020-07-17 19:29:36 AMED - Nûrî Gerş ê 18 salî ku li mezraya Panav a Licê şivantiyê dike, eskeran îro binçavkiri bû, serbest hat berdan.    Eskeran di saetên serê sibê de li mezraya Panavê ya girêdayî navçeya Licê ya Amedê, Nûrî Gerş ê 18 salî ku li gund şivantiyê dike binçav kiribûn. Hat hîn bûn ku eskeran piştî tespît nekirin zeviyên kenevîrê yên kê ne, xwestin Gerş rûpoşî bixin rûyê wî û wî bibin nava gund ku zeviyên kenevîrê yên kê ne nîşanî wan bide. Lê şivan Gerş ev yek qebûl nekir. Li ser vê yekê eskeran ew derp kirin, girteknameyek girtin û dûre serbest berdan.