18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê 2020-07-18 08:29:21    DÎLOK - Li Dîlokê ji 29 endam û rêveberên HDP, DBP û SYKP'ê, 18 siyasetmedar girtin û şandin girtîgehê.     Li Dîlokê bi fermana Serdozgerê Komarê yê Dîlokê, polîsan di 14'ê Tîrmehê de di serdegirtina malan de 29 siyasetmedarên ku di navde hevserok û rêveberên HDP, DBP, SYKP'ê yên niha û berê jî hebûn binçav kirin. 29 kesên ku piştî karê lêpirsînê yên li Midûriyeta Polîsan a Dîlokê bi dawî bû sewqî dadgehê kirin. Heyeta dadgehê piştî îfade girtin Hevserokên HDP'ê yên Dîlokê Musa Aydin û Songul Koçdag, Dayika Aştiyê Remziye Erdem jî di navde 18 siyasetmedar û parazvanên mafên mirovan girtin û şandin girtîgehê. Heyeta dadgehê der barê 11 kesan de jî bi şertê kontrola edlî biryara berdanê dan.