Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin 2020-07-18 09:09:39 WAN - Li navçeya Elbakê, bi ser erdheja 10 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, bi sedan mal û axur hilweşiyan û bi hezaran heywan dibin hezanê de man re 5 meh derbas bûn. Li taxan çêkirina avahiyên mayîn de hat taloqkirin. Ji ber vê hin malbat amadekariya koçberiyê dike.    Li navçeya Elbakê ya Wanê, di 23’yê sibata 2020’an de ed hejiya bû û di erdhejê de 10 kesan jiyana x we ji dest da bûn, bi sedan mal û axûr hilweşiyan bûn û bi hezran heywan dibin hezanê de man. Bi ser vê erdhejê re 5 meh derbas bûn. Li taxên Elbîs, Eleze, Qîratî, Qaşqol û Xanîk ên girêdayî navçayê, mexdûriyeta malbatên mal û axûrên wan hilweşiyan dewam dike. Welatiyên zivîstana derbasbûyî bi zor û zehmetiyek mezin derbas kirin, ji ber ku avahî nayin çêkirin, wê zivîsta xwe ya îsal jî di konteynir û konan de derbas bikin.    Li 5 taxên erdhej lê rû da, jimêreka ceyranê hatin danîn. Mexdûrên erhejê li bendên bûn ku pereyên ceyranê didin, lê her meh 250 yan jî 350 TL ji bo ceyranê pere didin. Malbatên ku hêza wan a aboriyê tuneye, bi sobe û tenûrên li der ve de danîne pêdiviyên xwe bi cih tînin.    'EM DI REWŞEK PEPÎŞAN DENE’   Malbata Işik a ji 10 kesan pêk tê ya li Taxa Qiratî dijî, ji ber kêmbûyîna konteynerin, bi derfetên xwe ji bo mihên xwe axûrekê û odeyekê çêdike. Yûnûs Işik, da zanîn ku berî erdhejê, 50 pezên wî hebûn û wiha axivî: “10 mihên min dibin hezanê de man û min 20 meh jî ji bo çêkirina axûr ji neçarî firotin. Niha di destê min de tenê 20 mih mane. Ger rewş wisan biçe, wê zivistan me pir zor û zehmet derbas bibe. Ji me re gotin wê îsal xaniyan çêbikin. Lê dûre gotin wê îsal nekarin çêbikin. Nêzî 80 malbata li vî gundî dijîn. Hemû jî pir xizan û pirsgirêkên aboriyê dijîn. Em niha di rewşek perîşan dene. Em 10 ferdên malbatê di yek konteynir û konekê de dimînin. Ger derfetên me yên aboriyê hebûyan, me yê li navenda bajêr mal kirê kiriba û zivistana xwe de derbas bikira. Lê derfeteke me ya wisan tuneye.”   'EM DI REWŞEK ZOR DENE'   Malbata Demîr a ji 11 kesan pêk tê û li heman taxê dijî jî, di yek kon û yek konteynirê de dijî. Abidîn Demîr, da zanîn ku pirsgirêka wan a sereke tunebûna xaneye û wiha rewşa xwe anî ziman: “Piştî erdhejê ne mala me, ne axur û heywanên me man. Rayedarên dewletê ji me re gotin wê îsal ji bo me xaniyan çêbikin. Du meh şûnde wê li vê derê zivîstan dest pê bike. Zivîstan vê derê pir giran derbas dibe. Em nizanîn emê çi bikin. Dewlet ji bo 65 metrekara axur 27 hezar TL pere dixwaze. Dîsa ji bo 85 metre xanî jî 102 hezar TL pere dixwaze. Bi salan divê em vî deynî bidin. Ger derfetên me hebûyan, me dê bi xwe xaniyên xwe çêkiriban. Niha em di rewşek pir zor û bê çare dene.”    ÇAREYÊ DI KOMBERIYÊ DE DIBÎNIN’   Sadî Tekîn jî, dest nîşan kir ku ger xanî ji bo wan  neyê çêkirin wê bi malbata xwe re koçî yan Elbakê yan jî Wanê bike. Tekîn, diyar kir ku tirsa wan her herî mezin wê vê zivîstan xwe çawan derbas bikin û wiha bilêv kir: “Hemû malbatên vê herêmê pir xizanin. Ji ber ku xaniyên daîmî li vê derê nayin çêkirin, mirovên vê derê koç dikin. Em tenê dixwazin avahiyên daîmî ji bo me bên çêkirin û piştgiriya aborî ji bo me bê dayîn. Di rojên havînê de jî em di konteynirand de sermaye digirin. Niha jî di konteyniran de sobe hene. Ger ji niha de rewşa me ev be, emê ji neçarî koç bikin. Ji bilî vê tu çareyeke me tuneye.”    MA / Adnan Bîlen