Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin 2020-07-18 09:14:06 COLEMÊRG - Dikandarên Taxa Sumbul a Colemêrgê, ji ber piştî her baranê ava herî di muslixên wan de diherikin îsyan kirin û gotin: “Me berê jî ev pirsgirêka xwe ji Walî Îdrîs Akbiyik re ragihand, lê berpirsiyar şaredariya HDP’ê nîşan da. Piştî bû qeyûm jî, dîsa pirsgirêka me çareser nake.  Welatiyên li herêma Depîn a Taxa Sumbul ya girêdayî navenda Colemêrgê dijîn, bi salane pirsgirêka avê dijîn. Piştî her barana li bajêr dibare di muslixên avê yên malan û kargehan de ava herî diherike. Welatiyan heya niha gelek caran ji bo vê pirsgirêkê, serî li Walîtiya Colemêrgê, Îdareya Taybet a Bajêr û Şaredariyê dane, lê heya niha bi tu awayî encameke erênî negirtine. Berî du rojan li bajêr taviya bajarên lêkir. Piştî tavjiya bajarên cardin di muslixên welatiyan de ava herî hat. Welatiyên taxê yên ji bo vê rewşê îsyan kirin, xwestin ku tavilê ev pirsgirêka wan bê çareserkirin.    PIŞTÎ BÛ QEYÛM PIRSGIRÊK JI BÎR KIR    Sabrî Varol ê 15 salin li taxê karê loqenteyê dike, diyar kir ku bi salane, gelek car ketin nava hewldanan lê bê necam man û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ji ber ku ev pirsgirêk nayê çareserkirin, bandorê li karê me jî dike. Êdî mirov naxwazin bên loqenteya min. Agahiya Walî Îdrîs Akbiyik ji vê pirsgirêkê heye. Min bi xwe ev pirsgirêk ji walî re gotiye. Wê demê ji min re got ev der girêdayî şaredariyê ye, teqez wê vî karî neke. Waliyê wê demê ev pirsgirêk avêt ser şaredariyê îro bûye qeyûm. Lê dîsan jî vê pirsgirêk me çareser nake. Şaredarî dengê me nabihîse. Êdî rewş wisan bûye bersiva daxwaznameyên me jî na de.”    EWIL ŞEWB BÛ NIHA JÎ HERIYE   Dikandar Îhsan Çalli jî, bertek nîşan da û wiha got: “Ji ber pêvajoya pandemiyê heya demekê min nekarî dikana xwe vekim. Min di 1’ê Tîrmehê de kargeha xwe vekir. Vaye hûn dibînin, li ser dezgehê loqenteya min alavên qirêj hene û ez nikarin ji ber ava herî ya ji muslixan tê bişûm. Bi rojane ji muslixên me ava herî tê. Ji ber vê em nikarin firaqên xwe bişûn. Ev der ne gumek û ne jî gundeke. Şaredarî û Walîtî bi tu awayî bi me re eleqedar nabin. Bi dehan car me daxwazname nivîsandin. Lê kesek nehat vê pirsgirêka me çareser bike. Her ku bajaran dibare em perîşan dibin. Em debara xwe bi vî karî dikin. Ji xwe bi mehan girtî man, niha jî ji ber ava herî em neçarin ku bigirin. Bi vî awayî em nikarin xizmetê pêşkêşî gel bikin. Êdî em ber bi îflasê ve diçin.”