‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin' 2020-07-18 09:21:30 AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Salîh Tekîn diyar kir ku li Îmraliyê pevajoyeke taybet tê birêvebirin û got: "Ji bo ku tecrîd û binpêkirina mafan ên li girtîgehan werin rakirin, divê aliyên demokratîk bertekên xwe nîşan bidin û dengê xwe derxînin."   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, piştî 21 salan di 27'ê Nîsanê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî. Piştî vê hevdîtinê pêwendî li gel Ocalan nehat danîn. Ocalan di nava şert û mercên giran ên hepsê û tecrîdkirinê de tê ragirtin. Di heman demê de li gelek girtîgehên din jî binpêkirina mafan roj bi roj zêdetir dibin.    Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Salîh Tekîn derbarê tecrîdkirina Ocalan û binpêkirina mafê girtiyan de axivî.    'TECRÎD ÎŞKENCE YE'    Tekîn diyar kir ku tecrîd di cîhanê de wek îşkence tê binavkirin û got: “Mixabin di Tirkiyê de jî tecrîd weke polîtîkayekê didome. Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan jî bi taybetî pêk tê. Ji 1999’an ve tecrîd bênavber didome. Li Girava Îmraliyê pevajoyeke bi taybet li dijî birêz Ocalan tê birêvebirin." Tekîn da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê tê birêvebirin êdî bandorê li girtîgehên din jî û li civakê jî dike.    ‘TECRÎDÊ BÊHNA CIVAKÊ ÇIKANDIYE'    Tekîn anî ziman ku rola Ocalan ya di nava civakê de gelek zêde ye û wiha got: "Ji ber van politîkayên tecrîdê û zextan civakê anîne asteke ku nikare bêhnê bistîne. Hinek hiqûqa hebû jî ji holê rakirin. Hemû qewimînên îro girêdayî polîtîkaya tecrîdkirinê ne. Ji bo ev bêhiqûqî û tecrîda bi salan bi dawî bibe lazime demildest deriyên Îmraliyê vebibe û gav werin avêtin. Heke ev pêk neyê dî girtîgeh û civak nikaribe bêhnê bistîne.”   ‘BINPÊKIRINA MAFAN DERKETIYE ASTA JOR'    Tekîn da zanîn ku polîtîkaya li derve tê birêvebirin bandorek neyînî li ser girtîgehan jî dike û got: "Bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan binpêkirina mafan gihiştin asta herî jor û her roj ev binpêkirin zêde dibin. Bi taybetî di tedawîkirina girtiyên nexweş de binpêkirina mafan diqewime. Bo ku girtiyên nexweş birêkûpêk biçin nexweşxaneyê 14 rojan di hucreyan de tên sekinandin. Dîsa têkiliya van nexweş û hevalên wan yên odeyê qût dibe. Ji bo girtiyên nexweş ku nayên dermankirin û berdan fikarên me hene. Divê ev yek demildest were çareserkirin. Wezareta Dadê û Meclîs lazime ji bo girtiyan gavan biavêje."    Tekîn destnîşan kir ku pêwîste girtiyên nexweş hemû demildest werin berdan û bang li raya giştî û saziyên demokratîk û sivîl kir ku ji bo girtiyan dengê xwe derxin û li dijî her cûre neheqiyan bi hev re tevbigerin.    MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar