Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî 2020-07-18 10:39:21   AMED – Li navçeya Pasûrê ciwanê bi navê Farûk Aslan, hat angaşkirin ku bi çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe aniye.   Ciwanê bi navê Farûk Aslan (17) ku li gundê Memetkan ê navçeya Pasûrê ya Amedê bi malbata xwe re dijiya, hat angaştkirin ku duh êvarê bi çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe aniye. Hat hînbûn ku cenazeyê Aslan ji bo karên otopsiyê rakirine nexweşxaneyeke Amedê.