Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk 2020-07-18 11:01:06 ENQERE – HDP’ê derbarê îstifakirina parlamenterê xwe yê Mêrdînê Tûma Çelîk, daxuyaniyek da û ragihand ku Lîjneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiyê xebata xwe ya derbarê miajrê bi hurgilî didomîne.  HDP’ê derbarê îstifakirina parlamenterê xwe yê Mêrdînê Tûma Çelîk, daxuyaniyek nivîskî da. Daxuyaniya ku ji hêla Buroya Çapemeniyê ya Partiyê ve hat parvekirin de hat destnîşankirin ku di 30’ê hezîranê de bi daxwaza ku bê lêkolînkirin Parlamenter Çelîk sewqî Lîjneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiyê hatiye kirin.    LÊPÎRSÎN DIDOME   Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Angaştên di fezlekeya têkildarî Parlamenterê Mêrdînê Tûma Çelîk de ku gihîştiye TBMM’ê, di dawiya meha hezîranê de hat Rêveberiya Koma me ya Meclisê. Piştî lêkolîna ku hat kirin, demildest di 30’ê hezîranê de sewqî Lîjneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiya me hat kirin. Lîjneya Dîsîplînê ya Navendî, demildest derbarê Çelîk de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî vê yekê Rêveberiya Koma me ya Meclisê, hemû xebatên Çelîk ên partî û meclisê rawestandine. Lîjneya Dîsîplînê ya Navendî ya Partiyê xebata xwe ya derbarê miajrê bi hurgilî didomîne.”