‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’ 2020-07-18 12:19:39   AMED – Nobeta “edalet û azadiyê” ya Şaxa MMO ya Amedê ku li dijî girtina rêvebera xwe Arîn Zumrut û aktîvîstên da destpêkirin didome. Serokê Şaxa MMO’ya Îzmîrê Melîh Yalçin got AKP ji tevgera kuçeyan gelek ditirse.    Odeya Endezyarên Makîne (MMO) ya Şaxa Amedê li dijî girtina rêvebera xwe û jinên aktîvîst nobeta “edalet û azadiyê” duh dabû destpêkirin û ev çalakî heta sibê bidome. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî serdana çalakiyê dikin. Beşdarên çalakiyê têkildarî girtina jinan axivîn.    Hevseroka MMO ya Şaxa Amedê Newroz Kayran diyar kir ku Arîn Zumrut tevî ku nexweşa astimê ye jî hat girtin û bi talûkeyek mezin re rûbirû ye. Kayran anî ziman ku ew dizwazin hevala wan Arîn Zumrut negirtî were darizandin û xwest demildest were berdan. Kayran got di serdemek wiha ku têkoşîna jinan mezintir dibe û ji ber vê têkoşînê hevalên wan jin tên girtin.    ‘AKP DITIRSE LOMA ÊRIŞ DIKE’    Serokê MMO ya Şaxa Îzmîrê Melîh Yalçin ê beşdarî çalakiyê bû jî da zanîn ku hikumet veguheriye pergal ango rejîma yek zilamî û Tirkiye wek şirketekê tê birêvebirin. Yalçin destnîşan kir ku ji ber AKP têkçûna xwe ya demek nêz dibîne vê carê jî bera xwe daye odeyên pîşeyî û gelek qadên din. Yalçin got AKP bi van êrişan û mudaxileyan dê nikaribe tiştekî bi dest bixe. Yalçin da zanîn ku ne mimkin e ew behsa demokrasiyê bikin û got: “AKP ji tevgera kuçeyan gelek ditirse. Tevgera siyasî ya kurd, tevgera jinan, tevgerên bajar û hawîrdorê têkoşînek cidî birêve dibin. Îqtîdar ji vê yekê gelek ditirse. Girtina hevala me Arîn jî yek ji encama van êrişan e. Li dijî van zextan dem dema têkoşîna bi hêz û bi hev re ye.”