Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan 2020-07-18 12:47:21   WAN – Welatiyên Wanê bertek nîşanî êrişên zayendî yên li dijî zarokan dan û gotin heke xelk li hember van kirinan ranebe wê ev bûyer zêde bibin û xwestin tecawizkar bi cezayên giran bên cezakirin.    Li Êlih û Şirnexê çawişên pispor tecawizî zarokan kirin û li dijî vê yekê nerazîbûna xelkê û rêxistin û şexsiyetan didome. Welatiyên Wanê jî bertek nîşanî destdirêjî û tecawiza li dijî zarokan dan. Welatiyên Wanê diyar kirin ku divê ev tecawizkar bi cezayên herî giran werin cezakirin û lazime tecawizkaran dernexin paqijiyê. Welatiyan anî ziman ku êdî bûye ku xelk nikare zarokên xwe derxe derve û divê xelk li dijî van bûyerên tecawizê û destdirêjiyê rabe û bêdeng nemîne. Welatiyan got her ku ev tecawizkar werin efûkirin dê bûyerên nû bi xwe re bîne. Welatiyan da zanîn ku ji destdirêjiyê û tecawizê tiştek xerabtir nîne û bang li rayedaran kirin ku çawa van kesan dikin wezîfedar.