Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin 2020-07-18 15:09:46   ÎZMÎR – Li Îzmîrê, xizmên windayan bal kişandin ser kuştina Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin a di sala 1991’an de û ev bang kirin: “Di vê dosyayê de nav bi nav faîl û navnîşan diyar in. Bila faîlê bên darizandin.”   Li Îzmîrê, xizmên windayan ku çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li ber Sumerbanqê ya Konakê li hev civiyan. Di çalakiyê de ji bo Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku di sala 1991’an de li navçeya Medenê ya Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabû, daxwaza edaletê hat kirin.    DAXWAZA BIDAWÎBÛNA PARASTINA BI BÊCEZAHIŞTINÊ KIR   Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin axivî û qala pêvajoya windabûn û kuştina Vedatr Aydin kir. Aydin, destnîşan kir ku li gel ku gelek sal di ser kuştina Aydin re derbas bûne jî di dosya wî de tu poêşveçûnek çênebûye û ev bang kir: “Di vê dosyayê de nav bi nav faîl û navnîşan diyar in. Bila faîlê bên darizandin û parastina bi bêcezahiştinê bi dawî bibe.”