Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje 2020-07-18 15:36:03   ŞIRNEX - Hat zanîn ku li gundê Dîlopkê ya girêdayî navçeya Basayê jina ciwan R.O. a 17 salî ji ber ku malbata wê xwestiye wê bi darê zorê bi berdêlî bizewicîne hewl da întîhar bike.    Li gundê Dilopkê ya girêdayî navçeya Basayê ya Şirnexê duh jineke ciwan a bi navê R.O. ya 17 salî bi çeka bavê xwe yê cerdevan gule berda xwe û xwest întîhar bike. R.O. piştî gule berda xwe bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî mudaxileya ewilî R.O. ji ber rewşa wê giran bû sewqî  Nexweşxaneya  Lêkolînê ya Rihayê hat kirin.   Hat zanîn ku malbata R.O xwestiye ku wê bi darê zorê bi berdêl bizewicîne û wê jî li dijî vê daxwazê ketiye nava hewldana xwe întîhar bike.    Hat ragihandin ku rewşa R.O. giran e û xeterebûna wê didome.