Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê 2020-07-18 16:07:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê hilbijartinên parlamentoya Sûriyê ku dê sibê pêk bên de biryar da ku sindoqên hilbijartinan li herêmên Rêveberiya Xweser nayên danîn.   Li Sûriyeyê, sibê hilbjartinên parlamentoyê ku ji ber vîrûsa koronayê hatibûn paşdexistin, pêk tên. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, derbarê hilbijartinan de biryarek girt ku li deverên di bin kontrola wan de sindoqên hilbijartinan neyên danîn. Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê derbarê mijarê de civîneke çapameniyê li dar xist û biryara rêveberiyê ragihand.    HILBIJARTIN ALOZIYÊ ÇARESER NAKIN   Luqman Ehmê, diyar kir ku gelê Sûriyê ji aloziya Sûriyê ku zêdetirî 10 sal e didome re li çareseriyeke aştiyane digere lê Hikûmeta Sûriyê di rêya xwe de israr dike û wiha got: “Wekî ku ji 2011’an ve heta niha tu tişt çênebûbe. Israrkirina Hikûmeta Sûriyê ya lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê aloziya li Sûriyê çareser nake û  derfet nade tu aliyan ku tevlî diyalogên Sûrî-Sûrî bibin.”   SINDOQ NAYÊN DANÎN   Ehmê, destnîşan kir ku hilbijartinên ku dê sibê (19`ê tîrmehê) bên lidarxistin, ji bo Rêveberiya Xweser tu wateya wan tuneye û ev agahî dan: "Tu sindoqên hilbijartinê dê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bin. Em tevlî tu biryarên yekalî yên têkildarî lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê nabin.”