17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin 2020-07-18 16:36:57   STENBOL – Li Kadikoyê 17 kesên ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê belavok belav dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.    Endamên HDP, ESP, Partiya Şoreşger, SODAP’ê ji bo bîranîna 33 qûrbaniyên di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di teqîna DAIŞ’ê pêk anî de xwestin belavokan li xelkê belav bikin. Polîsan koma ku belavokan belav dikir asteng kir. Tevî astengiyê jî komê dirûşm berz kirin û polîsan mudaxileyî wan kir. Di mudaxileyê de Hevseroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî û Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Soyalîst (SGDF) Alev Ozkîraz di nav de 17 kes hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Kadikoyê.