Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin 2020-07-19 09:05:05   MÊRSÎN – Serokê Şaxa SES’ê ya Mêrsînê Zekî Sînan Dogan, diyar kir ku têkildarî danayên Wezîrê Tenduristiyê Koca yên derbarê pêketiyên şewbê yên Mêrsînê de bi fikarin û got: “Hevalekê me yê bijîşk di pandemiyê de jiyana xwe ji dest da, lê mirina wî weke ‘zatürre’ derbasî qeydan hat kirin."   Piştî gavên asayîbûnê di warê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) hatin avêtin, hejmara pêketiyên şewbê zêdetir bûn. Yek ji bajarên peketiyên şewbê lê zêde bûne Mêrsîne. Serokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Mêrsînê Dr. Zekî Sînan Dogan, diyar kir ku piştî pêvajoya asayîbûnê hejmara kesên bi şewbê ketin bi lez zêdetir bûn.   DERBARÊ DANAYÊN TÊN AŞKEREKIRIN DE FIKAR HENE    Dogan, anî ziman ku ew nikarin derbarê pandemiyê de ji Wezareta Dadê û Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr agahî bigirin û wiha axivî: “Lê li gorî agahiyên me xwe gihandinê, li bajêr di rojekê de testa 250 kesan pozîtîf derketiye. Wêzîrê Tenduristiyê di danayên heman rojê de da jî got li Tevahiya Tirkiyeyê testa hezar û 183 kesan pozîtîf derketiye. Derbarê van hejmara û danayên wezaretê de gumanên me hene. Hesap hevdû nagirin. Yanî di danayan de pirsgirêk heye. Saziyên têkildar derbarê pêvajoya pandemiyê de bergiriyên pêwîst nagire. Ji sedî 50-60 rastiya tesên Kovîd-19 heye. Ev jî dibe sedem ku vîrûs bil ez belavtir bibe. Vebûna AVM’an dibe sedem ku şewb zûtir belav bibe.”   HEJMAR ZÊDETIR BÛ   Dogan, da zanîn ku hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi Kovîd-19’an ketin zêde bûn û wiha got: “Di 4-5 rojên dawî de li Sîlîfkê û Nexweşxaneya Bajêr testa 5 xebatkarên tenduristiyê pozîtîf derketin. Ger xebatkarên tenduristiyê di vê rewşê debin, wê demê vîrûs bi lez belav dibe. Danayên rast nayin dayîn. Ji bo kesên dimirin polîtîkayên Xwedê Rehma xwe lê bike hene. Divê rewş ne wisan be, bergirî bên girtin û sînordarkirin çêbe.Hevalekê me yê bijîşk di pandemiyê de jiyana xwe ji dest da, lê mirina wî weke ‘zaturre’ derbasî qeydan hat kirin.”   TU BERGIRIYEK TAYBET TUNEYE   Dogan, dest nîşan kir ku li Mêrsînê Saziya Pandemî ya Bajêr heye, lê heya  niha tu bergiriyek taybet negirtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bilî giştînameyên Wezareta Karê Hûndir û Wezareta Tenduristiyê, ji bo bergiriyan tu gav nayê avêtin. Divê rêveberiya pandemiyê herêm bixwe bike. Lazime ku şert û mercên xebatkarên tenduristiyê jî bên sererastkirin û xwe dibin zextan de hîs nekin. Pêwîsteke ku ekîpmanên parastinê zêde bin. Divê tavilê xebatkarên tenduristiyê yên li benda tayînkirinê ne bên tayînkirin û yên hatine îxraçkirin jî, karê wan paşve bê dayîn.”