Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin 2020-07-19 09:12:58   RIHA - Hevserokê DBP’ê yê navçeyê yê berê Mehmet Koştî yê di dema Komkujiya Pirsûsê de li Navenda Çandê ya Amara bû, diyar kir ku ger wê demê mudaxile tunebûya ewqas mirovan jiyana xwe ji dest ne didan.    Ciwanên ji bo biçin Kobanê û piştevaniya zarokên Kobanê bikin bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatibûn Pirsûs a Rihayê. Ciwanên  di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amarayê kom bûn bi êrîşeke xwekujî ya DAIŞ'ê re rû bi rû man û di êrîşê de 33 kes jiyana xwe ji dest dan. Ligel ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, di pêvajoya darizandinê tu pêşketinek biçûk jî çênebû. Şahidên wê rojê, tiştên jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin.    ‘DI DESTÊN WAN DE PÊLÎSTOK HEBÛN’   Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Pirsûsê yê wê demê Mehmet Koştî, roja komkujiyê bi van gotinan anî ziman: “Ciwanên endamên SGDF’ê ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin hatin navçeyê û emniyete ji bo ciwanan her tim li min geriyan. Me ne dizanî çend ciwanin û wê  ji ku derê bên, lê emniyetê hemû tişt dizanî bû. Emniyetê dizanî bû wê ji ku derê bên. Di encamê de destê van mirovan de pêlîstok hebûn. Li Navenda Çandê ya Amara bi cih bûn. Ez bi Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Sûphî Koçyîgît re çûm gel ciwanan. Ji bo ku ev mirov biçin Kobanê hevdîtineke me bi qeymeqamtiyê re çêbû. 300 kes hebûn. Qeymeqam got, ‘Em nikarin hemûyan bişînin.’ Dûre got bila 10 kes biçin. Ciwanan jî li ser vê yekê di nava xwe de 10 kesên ku biçin, diyar kirin.”    ‘XWÎN WINDA KIRIN’    Koştî, diyar kir ku di kêliya teqînê de li Navenda Çandê ya Amarayê bû û wiha axivî: “Berî teqînê, ciwanan dê daxuyanî bidan. Di kêliya daxuyanî dayîn de teqînê rû da. Her der bû agir. Dûre dûkêl ji her derî bilind bû. Wê rojê ji esmanan goştê mirovan bariya. Gelek mirov birîndar bûn. Xwîna mirovan li erdê belav bibû. Birîndar pir bûn. Me hewl da ku em birîndaran bibin nexweşxanê, lê em hatin astengkirin. Destûr nedan ku ambûlans bikevin qadê. Êdî rewş wisan bû wesayîtên sîvîlan birîndar rakirin. Di wê kêliyê de me xwe ne gihand emniyet û qeymeqamtiyê. Çawan ku birîndar bi wesayîtên sivîl hatin rakirin, polîsan gule bera esmanan dan. Nehiştin ku em birîndar bi wesayîtên sivîl bibin nexweşxanê. Piştî 2 saet şûnde nû ambûland hatin. Polîsan gaza îsolê li mirovên xwestin alîkariya birîndar bikin reşandin. Birîndar li wê derê pir hatin rawestandin. Pir zêde xwîn winda kirin. Ger polîsan mudaxile nekiriban, wê 33 kesan jiyana xwe ji dest ne daban.”    MA / Bariş Polat