Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin 2020-07-19 09:20:47   WAN - 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, hinceta cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin birîbû, aşkere kir. Di hinceta dadgehê de betanî û pakêtên xurekê yên ji bo penaberan hatibûn kirîn, weke sûc hat hesibandin.    7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, biyara xwe ya hinceta cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarên Rêya Armûşê Şehsade Kûrt û Azîm Yacan ên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin birîbû, aşkere kir. Dadgehê 6 sal û 3 me li Şehsade Kûrt û 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Azîm Yacan birîbû.    Di biryara hat aşkere kirin de, 200 betanî û pakêtên xurekê yên şaredariyê ji bo penaberan kirîbûn û kabloyên di pêdiviyên şaredariyê de hatibûn xebitandin sûc hatin dîtin. Du şahidên veşartî di îfadeyên dabûn de gotibûn, “Betanî ji rêxistinê re hatine şandin” û “Şaredariyê, kablo ji bo endamên rêxistinê kiriye.” Ev îfadeyên şahidan weke delîlên sûc hatine dîtin. Dîsa di hinceta cezayê ji bo hevşaredaran hat dayîn de, “pergala hevserokatiyê”, “mirov girtina kar”, “guhertina cihê xebatkarên şeredariyê” û “parvekirinên medya civakî” sûc hatine dîtin.    MA / Adnan Bîlen