Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê 2020-07-19 09:21:31   STENBOL - Parêzerê doza Komkujiya Pirsûsê Veysî Eskî, diyar kir ku ligel ku 5 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn jî, hîna di dozê de tu pêşketin çênebûye û got: “Ligel hişyariya sûc a dadgehê jî, dazger tu tiştî nake û tekane bersûcê komkujiyê hîna jî ne anîne dadgehê.”   Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Navenda Çandê ya Amara ya Pirsûs a Rihayê DAIŞ'ê êrîşek pêk anîbû û di vê êrîşê de 33 ciwanên Federsyona Komeleya Ciwnên Sosyalîst (SGDF) ku xwestin biçin Kobanê û alîkariya zarokên li wir bikin hatibûn qetilkirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bibûn.   33 ciwanên ji çar aliyên Tirkiyeyê ve, li ser banga Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li hev kom bûn û xwestin pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re û li wê derê qadên jiyanê yên nû ji bo zarokan veketin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Mala Çandê ya Amara ya Pirsûsê di êrîşa bombeyî ya  zindî ya DAIŞ’ê de hatin qetilkirin û ji 100 zêdetir kes jî birîndar bûn.    Doza komkujiyê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat destpêkirin û piştî 21 mehan yekemîn danişîna dozê hat dîtin. Di heman demê de danişîn bê bersûc hatibû dîtin. Ji wê rojê û vir ve 14 danişîn hatin dîtin, lê tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn heya niha ne anîn dadgehê. 5 sal bi ser dozê re derbas bûn, lê hîna jî tu pêşketin di dozê de tuneye.    Ji parêzerên dozê endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Veysî Eskî, diyar kir ku ew ê tu carî dest ji dozê bernedin.   ‘BÊYÎ KU LÊKOLÎN BIKIN DOZ VEKIRIN’   Eskî, da zanîn ku piştî êrîşê weke parêzerên dosyeyê, bi lez mudaxilê dosyeyê bûn û wiha axivî: “Gelek tişt û lêkolînên ku diviya bû dozger bike, me parêzeran kir. Lê ligel vê jî lêkolînek rast û dirûst nehat kirin. Heya niha tenê derbarê Yakûp Şahîn de doz hatiye vekirin. Ev kes di Komkujiya Enqerê de jî, di asta bersûc deye. 14 danişîn hatin dîtin, lê ev kes ne anîn salona dadgehê. Hemû daxwazên me ji aliyê dadgehê ve her tim hatin redkirin. Di danişînên hatin dîtin de jî, destûr nehat dayîn ku malbat bikevin salonê. Li dijî kesên dixwazin beşdarî danişînê bibin helwestek dijminane li hemberî wan heye. Em li ser dosyeyê pir xebitîn. Ji bo ku ev doz weke dozekê komkujiyê bê dîtin her tim me israr kir. Ev israra me hîna jî dewam dike.”   ‘RAPORA PISPOR PIŞTRAST KIR’   Eskî, bal kişand ser dîmenên roja komkujiyê û wiha got: “Rapora pıspor piştrast kir ku di dîmenên berî komkujiyê de birîn hatiye kirin. Divê dadgehe berî her tiştî li ser dîmenên hatine jêbirin raweste. Gelo ev dîmen çûn ku derê? Kî ev dîmen jê birin û winda kirin? Teqez divê dadgeh vê lêkolîn bike. Lê daxwazên em bê hincet, her tim li aliyê dadgehê ve tên redkirin.”    ‘DIXWAZIN VÎ SÛCÎ TENÊ LI KESEKÊ BAR BIKIN’   Eskî, dest nîşan kir ku doz ji ber israr parêzer û malbatan dewam dike û wiha bilêv kir: “Tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn danîn pêşiya me. Wî jî bi SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê dikin. Dixwazin vî sûcî li kesekê bar bikin û dosyayê bigirin. Lê emê û malbat wê dest ji vê dozê bernedin.”   BANGA TEVLÎBÛNA DOZÊ KIR    Eskî, da xuya kirin ku danişîn wê di 18’ê Tebaxê de bê dîtin û wiha banga tevlîbûna dozê kir: “Raporê istixbaratê ya di dosyeya Komkujiya Enqerê de derket holê, ji bo dosyeya Komkujiya Pirsûsê jî pir girînge. Ji ber ku dadgeha li Komkujiya Enqerê mêze dike, ji Wezaretê zêdetir agahiyên zelaltir xwestin. Agahiyên ji bo wir werin, dê ji bo dosyeya Pirsûsê jî, encamekê derbixe holê. Hinek kes dixwazin ser vê dozê bigirin. Lê emê destûrê nedin vê yekê. Teqez dê hesabê vê komkujiyê bê pirsîn. Emê her tim şopdarê vê dozê bin. Emê piştgiriya xwe ya bi malbatan re dewam bikin.”    MA / Ferhat Çelîk - Mehmet Aslan