Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire 2020-07-19 09:22:18 MÊRDÎN - Rojnameger Seyît Evran ê operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistina Federe ya Iraqê nirxand, diyar kir ku leşker nikarin li herêmên lê hatine danîn, lê bimînin û got: “Tirkiyeyeyê  ligel ku ewqas kir xirecir jî, encama dixwest ji herêmê bigire, ne girt.” Operayona leşkerî ya bi piştgiriya balafirên şer a Tirkiyeyê di 15’ê Hezîranê de li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dest pê kir dewam dike. Balafirên Biçek ên Bê Mirov (SÎHA), di çarçoveya operasyonê de, gundê Kunemasî yê navçeya Şarbajer a Silêmaniyê di 25’ê Hezîranê de bombebaran kir û di bombebaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên balafirên şer ên heya niha dewam dikin de, bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan gelek gundên girêdayî bajarê Dihokê hatin valekirin. TSK’ê herê dawî di 15’ê Tîrmehê de navenda bajarê Kanî Masiyê topbaran kir.    Rojnameger Sayît Evran ê operasyona leşkerî ya dewam dike û pêşketinên herêmê di cih de dişopîne, rewşa heyî ji ajansa me re nirxand.    ‘RÊBAZÊN WAN DIŞIBINÊN YÊ DAIŞ’Ê’   Evran, bal kişan ser operasyonên Tirkiyeyê yên bi armanca propagandayê tên lidarxistin û wiha axivî: “Bêyî encamên vê gavê bi fikirin, gav davêjin. Rêbazên propagandayê yên AKP’ê, dişibin rêbazên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê her tim hêza xwe ji propagandayê digirt. Dema dê biçûbiya cihekê, bi konvoyeke 2 hezar, 3 hezar wesayîtan diçûn. Ev dîmen dixistin dewrê û gelek sazî û dezgên navneteweyî jî ev dîmen weke ‘Ber bi filan cihî ve ketin hereketê’ serwîs dikirin. Dema ku ev dîmen dihatin serwîskirin, heya ku DAIŞ diçû wî cihê, ew cih dihat valekirin. DAIŞ’î diçû û li wê erê bi cih dibû. Di rastiyê de, rêbazên propagandayê yên Tirkiyeyê, dişibin yên DAIŞ’ê.”   Evran, roja operasyonê dest pê kir, bibîr xist û wiha got: “Medya Tirk, roja 15’ê Hezîranê dema dest bi operasyonê hat kirin, nûçeyên operasyonê di manşetên xwe yên sereke de dan. Hinekan gotin ‘dest pê kir’ û hinekan jî gotin ‘Ji bejahî dewam dike.’ Mehek bi ser operasyonê re derbas bû. Lê piştî heftiyekê weke ku tu tişt ne bû be, dozaja wan ket. Dûre Hûlûsî Akar neçar ma ku biçe. Ez bi zanebûn navê Akar didim. Ji ber ku Akar ê di nava AKP’ê de, nêzî hin navên di nava NATO û Amerikayê de cih digirine deye. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî, dest bi şopandin siyaseta NATO û Emerîqayê daniye holê, dike.”    ‘ENCAMA XWESTIN DERNEKET HOLÊ’   Evran, diyar kir ku Tirkiye heya niha biserneketiye û wiha got: “Tenê dikare bi SÎHA û balafiran li herêmê operasyonan pêk bîne. Bi vê re jî leşkeran datîne herêmê. Bêîstisna 24 saetan bi balafirên keşfê hewl dide ewlekariya van leşkeran digere. Lê ligel vê yekê jî, gerîla li dijî wan çalakiyan li dar dixin û derbên giran li wan didin. Tirkiyeyê, ligel evqas kontrolkirinê jî, nekariye li herêmê bi cih bibe. Ji cihên ku leşker lê danîne jî, piştî demekê neçar ma ye ku paşve bikêşe. Tirkiye, ji Girê Kartal û Girê Dupişkê yên tên zanîn jî paşve kişiyaye. Ne pêkane ku leşkerên Tirk karibin xwe li herêmê bigirin. Tirkiyeyê kir xirecir, lê encama xwest ne karî bi dest bixe. Ji ber encama xwestin bi dest nexistin, vê carê jî êrîşkar bûn. Ji xwe mînakên vê yên pir zêde hene.”    ‘POLÎTÎKAYÊN JI MIROVAN VALE KIRIN BI RÊVE DIBIN’   Evran, anî ziman ku êrîşa li dijî Kanî Masiyê bi plan bû û wiha bilêv kir: “Dixwazin mirov ji herêmê derbikevin û herêmê ji mirovan xalî bikin. Ji Heftenînê bigirin, heya sînorê Şemzînanê, nêzî 300-400 gund vale kirine. Ji salên 60’î ve, heya roja îro li herêmê gelek gund vale kirin. Eşîreta Rekanî, ji ber şerê KDP û xwe de, 300 gund vale kirin. Roja ku Tirkiyeyê êrîş kir, dest pê kê li gundê Eşîreta Rekanî xist. Li herêmê polîtîkayeke cîdî ya bêmirov kirinê heye. Ev polîtîka, demek dirêj dewam dike. Li gorî wan divê Batûfa, Dêrelûk û Kanî Masiyê bên valekirin û li van herêman mirov nemînin. Ji ber vê, bi zanebûn van herêman dikin hedef. Gelê van herêman hez ji KDP’ê nake. Serî li hemberî KDP’ê natewînin. KDP jî bi hevkariya Tirkiyeyê dixwaze van herêman vale bike.”    ‘HIKUMETA IRAQÊ ACIZE’   Evran, bertekên hikumeta Iraqê yên li dijî Tirkiyeyê jî, nirxand û wiha pê de çû: “Tirkiye avê mîna çekê bi kar tîne. Yek ji hikumeta Iraqê aciz dike. Ji xwe, pirsgirêkên hikumeta Iraqê yên navxweyî hene. Hikumeta Iraqê  polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê  qebûl nake. Li ber pirsgirêkên navxweyî nikare bi awayekê xurt li dijî Tirkiyeyê derkeve û hêza xwe nîşan bide. Lê tişta ku divê hikumeta Iraqê bike, pêwîste ku van kiryarên Tirkiyeyê bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Heya niha ev helwest nîşan nedaye. Lê divê êdî vê bike.”   ‘HERÊMA TAMPON’   Evran, dest nîşan kir ku planên Tirkiyeyê yên êrîşkar, weke konseptekê dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mînakên êrîşên li dijî Rojeva li holê ne. Ji Efrînê bigirin heya sînorê Ûrmiyê, dixwaze kurdan ji qada kûrahiya 40 kîlometre derbixe û komên selefi li vê derê bi cih bike. Bi vî awayî, hewl dide herêma tampon ji bo xwe ava bike. Desthilatdariya AKP’ê li ser êrîşên li dijî kurdan hebûna xwe dewam bike. Ger hêza Tirkiyeyê ma be, wê dîsa êrîşî kurdan bike. Ji bo vê plana xwe bike dewrê.”