Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve 2020-07-19 09:24:05   NAVENDA NÛÇEYAN -  Piştî 19'ê Tîrmeha 2012’an bi Şoreşa Rojava re modela Komîteyên Aboriya Jinan û Kooperatifên Jinan pêş ket. Jinên ku fikra dê alav û amûrên hilberînê çawa bikar bînin, dest bi xebatê kirin, tespît kirin ku aboriya komunal, tenê dikare bi destê jinan pêş bikeve û dest bi hilberîna hevpar û kooperatifan kirin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komite bûne bingeha modela aboriya komunal û dibin mînakên jiyana kominal.     Li gorî lêkolînên hatin kirin; li hemû cîhanê rêjeya jinan a tevlêbûna aborîyê ji sedî 75'an derbas nake.  Li welatên Rojava ev rêje di navbera ji sedî 50-75'an de ye. Li welatên Rojhilat ev rêje heta ji sedî 10’an kêm dibe.  Têkoşîna jinan a ji bo di qadên xebat û aboriyê de hebûna xwe xuya bike demek dirêj dixwaze. Jin li aliyekî bi daxwaza "Ji bo karê wekhev, heqê wekhev" têdikoşin. Li aliyê din jî tevgerên jinan li çar aliyê cîhanê, li dijî modela aboriya pergala mêrê serdest, modela aboriya alternatîf pêş dixin.      ABORIYA KOMÎNAL PÊŞ XISTIN   Ji van modelan yek jê bingeha wê di 19'ê Tîrmeha 2012’an de bi Şoreşa Rojava re hat avêtin. Di vê modelê de Komîteyên Aboriya Jinan û Kooperatifên Jinan bû. Jinên ku fikra dê alav û amûrên hilberînê çawa bikar bînin, dest bi xebatê kirin, tespît kirin ku aboriya komunal, tenê dikare bi destê jinan pêş bikeve.û dest bi hilberîna hevpar û kooperatifan kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komiteyên ku bingeha modela aboriya komunal e, rê dide ku jin tev li hilberînê bibin. Di heman demê de pêdiviyên civakê tespîd dike û berhemên erzan û bi qalîte digîne serfkaran. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya sereke ya debarê axa bi bereket û çandinî ye. Bi pêşketina Şoreşa Rojava re, ji bo axê li gorî berjewendiyên gel biçînin û berhemên wê kom bikin, parvekirina wekhev a berhemê esas hat girtin.    HERÎ ZÊDE JIN DI QADA ÇANDINIYÊ DE BI RÊXISTIN IN   Yek ji qadên ku Komîteya Aboriya Jinan lê herî zêde bi rêxistin e, qada çandiniyê ye. Xebatên çandiniyê bi awayê çotkarî û kooperatifên jinan li ser du milan pêş dikeve. Di qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin li ser zeviya 12 hezar dolim 20 kooperatif ava kirine. Ev kooperatif dibe bersîva beşek girîng a hilberînê. Komîteya Aboriya Jinan, li jinên ku endamên kooperatifan in, bi awayekî bibe bersîva pêdiviyên wan ax, tov û gubre li wan belav dike. Navgînî û şêwirmendiyê dike. Ango bi awayekî din jinan perwerde dike û karê wan hêsan dike. Rêberiyê dike. Ji sedî 15 hatina berhemên salê, di qaseya hevpar a kooperatifê de kom dibe. Vê berhemî jî li gorî pêdiviyê belav dikin. Hêjmara endamên Kooperatifan di navbera 10 - 75 kesan de tê guhertin. Hatin bi awayekî wekhev li endaman tê parvekirin. Hita niha kooperatifan salê carekê çandinî dikir. Li zeviyên ku binesaziya wan hatiye amadekirin, dest bi çandiniyê avî kirin. Piştî li van zeviyan dest bi çandiniya avê kirin, di demsalên zivistanê de zad (genim-ceh-nisk) diçînin di demsala havînê de jî (fêkî-zêbze) diçînin.  Jinan li bajarê Tirbespiyê jî li ser seviya 2000 hezar dolim Cotgeha Jinan Demsal ya pir armanc ava kirin. Di bin baneya kooperatifa ku 50 jin endamên wê ne, karê sewalkarî, bostanî, çandiniya daran û biyoplastik tên kirin.  Cotgeha ku genim, fêkî û darên team lê bên çandin û zebze lê bê depokirin jî, hêj înşaeta wê didome. Li Kargeriya Biyoplastik jî ji bo hilberîna berhemên ekolojik dest bi xebatan kirin. Cotgeha Demal ku tê payîn ji bo herêmê wekî model/mînak bê dîyarkirin, xebatên mînakê wê li bajarên din jî didomin.    ARMANC DIKIN KU LI HER GUNDEKÎ KOOPERATÎFEKÊ AVA BIKIN   Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê sala pêş li ser zeviya 10 hezar dolim ku li gundan e, kooperatifek nû bê vekirin. Yek ji projeyên din a Komîteya Aborî ya Jinan jî, armanc dike ku li her gundekî kooperatiflên ku her yek jê herî kêm 3 endamên wê bin ava bike. Bi vê projeyê armanc dike ku sewalkariya sewalên pînikan bikin. Dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her gundekî makineya kurkê (kulucka) lûsgeha sewalan çêkin. Disa bi rêya kooperatifan li gundan dê hilberîna mast û penêr bikin. Bi vê projeyê dê li gundan ji bo jinan qada debarê ava bikin. Dê hilberîn raste dast bi destê jinê pêş bikeve. Dê di bin baneyê rêveberiya xweser de, dê li hemû gundan jin bi vê rêbazê aboriya xwe pêş bixin. Projeya ku li 3 gundan dest pê kir, dê bi demsala payizê re li 100 gundan têxin meriyetê. Bi vê projeyê armanc dikin ku berhem raste rast bigînin destê serfkar(berxwir) Ji bo hilberîn raste rast û bi awayekî erzan û tenduristî digêje destê serfkaran. Komîteya Aboriya Jinan qadên bazarê vedike. Ji bajarên Amude, Derîk Kobane û Qamişlo jin berhem û hilberînê li Bazarên Jinan raste rast digînin gel.    BERHEMÊN ORGANÎK HILDIBERÎNIN   Yek ji qadên ku jin lê hilberîna kolektif dikin jî qada zexîre ye. Li bajarên Hasekê, Kobane û Dirbesiyê; jin li kargeriyan rîçal, tirsû û ava bacanan a organik çêdikin. Jin li kooperatifên ku ava kirine, pêwistiya berhemên xam bi rêya Komîteya Aboriya Jinan temîn dikin. Jin li van 3 kooperatifan rojê 10 ton hilberina berheman dikin. Ev berhem li tevahiya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê rastî eleqek mezin tê. Hatina van berheman ji xeynî lêçûna berhemê xam, di nava endamên kooperatifê de wekhev tê parvekirin. Li kooperatifên jinan ên tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan bi awayekî kolektif 3 firin û 5 tenûr vekirine.  Endamên kooperatifê ku kedê didin hilberînê nakê van tenûran difroşin. Pêdiviya arvanên tenûr û firinan jî bi rêya Komiteya Aboriya Jinê temîn dikin. Yek ji cihê çalakiyên Kooperatifên Jinan ên qada  Zexîre jî kantinên dibistanan e. Armanca jinan ne qezenc û kar e. Armanc ewe ku zarokên xwe bi awayekî baş, paqij û tenduristî xwedî bikin. Bi vê armancê ji sala par heta niha gav bi gav Qantînên dibistanan dewri Komiteyên Aboriya Jinan dikin.Kooperatifên Jinan ên di bin baneya Komîteya Aborî ya Jinan de hatine vekirin, li Derîk û Kobanê 2 lokanta vekirine. Li Minbicê kooperatifa ji 4 kesan pêk tê ya berhemên paqijiyê û salona kuafor ku 4 jin lê dinerin ava kirine.  Jinên ku li Raqqa hatin cem hev, kooperatif ava kirin û hilberîna biyoplastikê dikin. Li Şehbayê jî 2 kargeriyên ku jin lê hilberînê dikin û hatina wê di nava xwe de wekhev parve dikin hene.  Dîsa li taxa Şex Maksut a Helebê jî kargeriyên ku jin lê hilberîna hevpar dikin hene.    KARGERIYÊN NÛ AVA DIKIN   Yek ji qadên xebatê ya Komîteya Aboriya Jinan jî kargeriyên hilberina cil û tekstîlê ye. Tê zanîn ku li tevahiya cîhanê yek ji sektora herî mezin a mêtîngeriya kapitalizmê sektora tekstilê ye.  Jinan li Hasekê, Kobanê û Rimêlan 3 kargeriyên tekstilê vekirin. Li van kargeriyan malzemeyên cil û berhan hildiberînin. Jin berhemên kargeriyan li Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Girkelegê li 4 magaza digînin welatiyan.  Li van kargeriyên cil û bergan ên ku parvekirina wekhev û hilberîna hevpar esas digirin de, jinên pispor bi heqê xwe kar dikin. Jinên ku bi armanca modelên nû yên alternatif hilberînin, dest bi kar kirin; fesalên xwe yên nû ku bibe mînak li van kargeriyan pêş dixin. Ji ber li hemberî van modelên nû daxwaza welatiyan zêde ye, ji bo serdema pêş, xebatên zêdekirina kapasiteyê ya van kargeriyan dikin. Ji bo aboriya jinan bi hêz bikin û jin bibin xwedî pîşeyên cuda, di bin baneyê Komîteya Aborî ya Jinan de kargeriya xeratiyê ava kirin. Berhemên ku li kargeriya xeratiyê hilberînin, dê li du magazayan bigînin serfkaran. Li van kargeriyên ku hilberîn bi destê jinan tê kirin, berhemên xeratiyê yên li vir tên hilberîn, dê li gorî berhemên îtal ji sedî 50 erzan bê dayîn. Komîteya Aborî ya Jinan, bi rola rênîşandan û hêsankirinê her roj qadek nû ya debara jinan vedikin û pêş dixin. Kooperatifên Jinan ên di bin baneya Komîteya Aboriya Jinan de wekî pergala alternatif a aboriyê, îmze davê bin serkeftinên girîng. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin dibin bingeha aboriya komunal. Bi awayekî kolektif ava dikin û bi erzanî û saxlem digînin gel.