SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin 2020-07-19 10:26:42   STENBOL - Hevseroka  SGDF'ê Alev Ozkîraz, beriya salvegera komkujiya Pirsûsê ku 33 ciwanên sosyalîst hatin kuştin, ji bo meşa ku sibê li Stenbolê li dar bixin banga hemû ciwanan kir û got: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê li kolanan bêtir mezin bikin."    Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), dê sibê bi minasebeta salvegera Komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an ku 33 ciwanên sosyalîst di êrîşê de hatin kuştin, li Stenbolê meşekê li dar bixin. Endam û rêveberên SGDF'ê bi boneya komkujiyê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de hatin kuştin bibîr bine dê bimeşin. Ciwan Dê li pêş Operaya Sureyya kom bibin û meşê li dar bixin. Duh 20 ciwanên ku ji bo bangê li Kadikoyê belavok belav dikirin polîsan ew binçav kirin. Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz, Hevseroka ESP'ê ya Stenbolê Ezgi Bahçecî, Ji Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk û Seher Beytaş, Endama Lijneya Navendî ya Dev-Guçê Can Çildir jî di navde 20 kesên du hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Kolana Vatanê. Piştî lêpirsînê bi şertê kontrol hatin berdan.    BANGA MEŞÊ KIRIN   Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz piştî hat berdan, diyar kir ku polîsan îşkence lê kiriye û wiha got: "Divê têkoşîna me ya edaletê ku em dixwazin edaletê mezin bikin wekî darbe bê dîtin. Em ê vê têkoşîna xwe ya edaletê li kolanan mezin bikin. Em ê di 20'ê Tîrmehê saet di 18.00'an de bi malbatên Pirsûsê re rûnên û saet di 19.00'an de rêxistinên ciwanan dê bimeşin. Em bang li hemû kesan dikin ku tev li meşê bibin. Ji bo Pirsûsê Edalet ji bo her kesî edalet."