Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû 2020-07-19 11:04:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mihemed Seydî, bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava ya di 19'ê Tirmehê de dest pê kir û wiha got: "Gelek aliyan navên cûda li tevgera li rojava kirin û heta niha jî dikin. Lê yên di nave de ne û parçeyek ji wê ne, bi her awayî û di nava hemû şert û mercên zehmet de bê dûdilî li dorê dicivin. Ew jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ye."    Rojnameger Mihemed Seydî, bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tirmehê bal kişand ser girîngî û wateya 19'ê Tîrmehê û wiha got: "Gotina Rêber Ocalan a ji bo Şoreşa Rojava di destpêkê de ji bo hemû kurdistaniyan wiha bû: 'Destekê ji bo Şoreşa Rojava bikin, kes nikare Şoreşa Li Rojava înkar bike. Helwesta herî bi rûmet jî cih girtina li rex wê ye.' Ev gotina Rêber Ocalan bi riya birêz Perwîn Bûldan ku 2013’an di şandeya serdana Îmralî ya ji bo çareseriyê cih digirt de hat ziman. Tevgera Azadiyê û mayîna Rêber Ocalan li nava Gelê Rojava bingeha 19’ê Tîrmehê avakiribû..."    BUHARA GELAN BÛ    Seydî, anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê wekî bûhara Ereban dihate bi navkirin û wiha berdewam kir. "Lê bûhara gelan bû. Ji ji bo hêzên desthiladar jî bû payîz. 19’ê Tîrmehê rojekî nû di rûpela şoreşên cîhanê de mirov weke mînak dikare bibîne û bi nav bike.. Ji roja destpêkê û heta niha ku ket sala xwe ya 8. li ser bingeh û xeta ku jêre hatiye xêzkirin dimeşe û didome. Sal bi sal em bala xwe didin rojavayê kurdistanê û herêmên ku pêla Şoreşa Rojava xwe gîhand wir çawa guherîne, Herêm hatine rizgarkirin û li wir mohra şoreşê bi rengê nû derketiye hole.Em vegerin roja ku çiroska vê bûharê li rojavayê kurdistanê di bajarê kobanê de pêket. Wekî kesek ji yên şahîdiya vê rojê, roja destpêkê ya çiroska şoreşa 19 Tîrmehê li kobanê dikarim wan kêliyan wiha bînim ziman.Wê rojê di kolanên bajarê Kobanê de liv û tevgereke pir zêde hebû, ew tevger û kêfxweşiya li ser rûyê xelkê herêmê tenê di Cejna Newrozê de me didît. Lê ew roj ne 21’ê Adarê, û demsala bûharê bû, ew havîn bû û 19’ê Tîrmehê bû."    CIWANÊN ÊDÎ TEHAMULA WAN NEBÛ XWEDÎ ARMANC BÛN   Mihemed Seydî, da zanîn ku liv û tevgera ciwanan zêde bû, kesên temen mezin li pêşderiyên malên xwe li benda mizgîniyê bûn, zarokan nizanîbûn çi heye, lê dîsa jî pir kêfxweşbûn û li nava kolanan silogan bangdikirin û wiha berhdewam kir: "Gelek kesên xwe dûr didan û ditirsiyan jî hebûn, Ditirsiyan û şîretên xwe jî dikirin. Lê ciwanên ku êdî tehemûliya wan nemabû û xwedî armanc bûn, li dora hemû saziyên dewletê yên li bajarê Kobanê kom bûbûn û endamên Rêjîmê xistibûn dorpêçê. Tevî ku gelê Kobanê gelek îşkence û teide ji endamên Rêjîmê dîtibûn û li ser destê wan gelek caran hatibûn girtin, dîsa jî bi sebir ji wan dixwastin xwe radest bikin û rê li ber pevçûnan bigrin. Vê yekê jî bingeha xwe ji însaniyet û hestên mirovî yên di dilê van ciwanan de ku ji behra felsefeya Rêber Ocalan digrin dihat. Îşkenc û zilm ji destê van sazî û navendên îstixbaratê dîtibûn lê nedixwastin bibin wek wan û wekî wan nêz bibin."    Seydî, bal kişand ser encama tevgerê û wiha pêde çû: "Bi vî awayî tevger bi encam bû û endamên hêzên Rêjîmê yek bi yek hatin girtin, Hemû dever hatin bi dest xistin, alên rêjîmê hatin daxistin û alên Kesk, Sor û Zer li ser avahiyan hatin bilindkirin.Reng û rûyê bajar guherî, dayîk û bav yên bi hesret li benda van rojan bûn, mizgînî girtin. Zarokên wan li hemû deveran ala rengîn bilindkirin. Li ser avahiya Sereke ku cihê payebilindê Rêjîmê bû û bi navê ‘Serayê” dihate naskirin ala rengîn ku dîmenên wê kêliyê heta niha di hişê min de aliqî maye hate daliqandin."    WEKÎ NEWROZÊ BÛ   Seyît, heri dawî 19'ê Tîrmehê wekî newrozê pênase kir û wiha bi dawî kir: "Çawa Newroz û şeva Newrozê tê pîroz kirin, Wê rojê jî bi daliqandina alan, mizgîniya ku Kawa yê Hesinkar bi pêxistina agir îlankirina dawiya dehaq da, ji bo hemû rojavayê kurdistanê jî îşareta serketinê hat dayîn. Bûhar û Şoreşa li Rojava beriya 9 salan wiha dest pê kir, Kawayê Hesinkar agir li Kobanê careke din pêxist û heta niha bi gavên mezin didome."