Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin 2020-07-19 11:25:10   DERSÎM - Cemxaneya Duzgun Baba, têkildarî Peykerê Hunermend Hasret Gultekîn ê di Komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî da û îdeayên peyker hatiye hilweşandin derewand. Cemxaneyê diyar ku ji ber gel razî nebû peyker li Duzgun Baba bê çikilandin rakirin û dê Peyker li Navçeya Qislê biçikilînin.    Rêveberiya Cemxaneya Duzgun Baba, têkildarî peykerê Hunermend Hasret Gultekîn ê di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da. Rêveberiya Cemxaneyê îdeayên "Peyker ji aliyê kesên nediyar ve hatiye hilweşandin" red kir û got: "Ji ber gel nerazibû ku peykerê Gultekîn li Duzgun Baba bê çikilandin, em ê peykerê Gultekin li cihekî din biçikilînin. Em bi nûçeyên "Li Duzgun Baba hat hilweşandin û rastî êrîşê hat. Ev ne li gorî aqil û sinc e. Ne li gorî wîcdan e. Ev nûçeyên asparagas me xemgîn dikin. Kesên bêyî agahiyê ji berpirsiyarê ewil bigirin nuçe li ser medya parve kirine, êrîşî nasnameya me ya rêxistinî kirine.    DÊ PEYKER LI QISLÊ BIÇIKILÎNIN   Rêveberiya Cemxaneya Duzgun Baba, anî ziman ku rêveberiya wan ev rewş nirxandiye û ji Şaredariya Qislê xwestine ku peyker li Qislê biçikilînin. Rêveberiyê anî ziman ku piştî erêkirina Şaredariya Qislê stendin, dê peykerê Hasret Gultekin  li Qislê biçikilînin.