Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene 2020-07-19 13:05:53 QAMIŞLO - Şoreşa Rojava ku bû hevî û baweriya gelan 8 sal li pey xwe hiştin. Hevserokê PYD'ê Enver Muslim, diyar kir ku piştî gavên şoreşê hatin avêtin, rêveberiya yek rengî bi dawî bû û rêveberî û jiyana pir rengî, pir çandî û pir zimanî ket meriyetê û wih got: "Şoreş didome. Hêj gelek gavên em bavêjin hene." Li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê di 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava dest pê kir û şoreş ket 8 saliya xwe. Şoreşa Rojava ku ku ewil li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket, li hemû herêma Sûriyeyê belav bû û niha ji gelê Rojhilata Navîn re dibe ronahî û mînak. Şoreşa Rojava êdî ji bo hemû gelê bindest ê herêmê bûye hevî û bawerî. Şoreşa Rojava tevî hemû êrîş, astengî û şerê li herêmê dîsa pêş dikeve û ji bo gelê herêmê dibe heviyek nû ya jiyanê. Hevserokê Giştî yê PYD'ê Enver Muslim, qala şoreşa di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsîne vegot.   DI DEMA REJÎMÊ DE YEK RENG HEBÛ    Enver Muslim, anî ziman bu beriya Şoreşa Rojava pêş bikeve, Rejima BAAS ku li Sûriyeyê îqtîdar bû, li ser gelên herêmê yek reng û yek rêveberî ferz dikir û wiha got: "Di serdema Rejîma BAAS de hemû bawerî, çand û zimanê heyî dihatin redkirin. Pergalê bi yek reng û yek partiyê hebûna xwe didomand. Li herêmê yek ziman li ser gelan ferz dikir. Lê Kurdan ji bo jiyana bi rûmet û azad  rêya têkoşînê hilbijart. Di vê oxirê de gelek mirov hatin girtin. Dîsa gelek mirov di oxira vê jiyana azad de jiyana xwe ji dest dan. Ev pergala yek reng encama siyaseta “şovenist” bû. Lê piştî Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir, li şûna yek reng û yek çandê pir reng û pir çand pêş ket."    BI ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ RÛPELEK NÛ VEBÛ   Enver Muslim, bal kişand piştî pêvajoya Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê û wiha lê zêde kir: "Piştî vê pêvajoyê hin kesan bi Birayên Muslimîn re heraket kir. Lê Şoreşê saziyên civakî pêş xist. Mekanîzmayên parastinê peş xist. Civakê xwe bi xwe bi rêve bir û bi xwe biryar dan. Ev gavek nû bû. Di dîrokê de rûpelek nû ji bo gelan vebû. Kesên ji bo demokrasî û azadiyê li Sûriyeyê têdikoşiyan, bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê de heviya wan bêtir xurt bûn. Lê kesên xwe wekî muxalifên Sûriyeyê didîtin ev yek qebûl nekir. Hin kesan bi Rejîma BAAS'ê re û hin kesan jî bi Birayên Musluman re heraket kirin. Ji wan koman hin kesan piştgirî dan komên DAÎŞ û El Nusrayê."    EV PROJEYA GELAN E    Enver Muslim, anî ziman ku ev projeşa Şoreşa Rojava projeya gel e û wiha lê zêde kir: "Ev projeya gelan e. Ev çirûskek biçûk a demokrasiyê bû. Lê piştî ev proje pêş ket û şax da, hin kesan li dijî vê yekê xwest dijminantiyê bikin. Mînaka vêyekê îqtîdara AKP'ê ya li Tirkiyeyê li dijî vê şoreşê dijminantî pêş xistin. Li ser Rojava ambargo pêş xistin. Li dijî Şoreşa Rojava piştgirî dan DAÎŞ'ê û El Nusra (HTŞ) û Ehrar El Şamê. Xwestin Şoreşa Rojava bifetisînin. Bi mere şer kirin. Çirûska Şoreşa Rojava ewil di 19'ê Tîrmehê de li Kobanê pêket. Berê van koman li dijî şoreşê dan Kobanê. Ambargoyek mezin dan ser Kobanê. Lê tevî hemû êrîşan şoreş pêş ket û bû heviyek mezin ji bo gelan. Bi pergala Şoreşê pir zimanî, pir çandî û pir bawerî pêş ket. Pergalek li dijî siyaseta Rejîma BAAS pêş ket. Lê yên ev yek tehamul nekir, piştî li Kobanê bi ser neketin, êrîşî Efrinê kirin. Piştî Efrîn dagir kirin ketin Serêkanîyê û Girê Spî. Li vir taciz, tecawiz, talankirin û wêrankirin pêş xistin. Xwestin demografiya herêmê biguherînin. Xwestin xelayên Osmaniyan ji nûve zindî bikin. Piştî gelê Cizir, Firat û Şehbayê ev rastiya dagirkerî talankerî û mêtîngerîyê dîtin bêtir li pergalê Şoreşê xwedî derketin.  Li gel rêvberiya Xweser û QSD'ê cihê xwe girtin. Êdî Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkez di heman eniyê de şer dikin. Bi hevre têdikoşin. Ev berhemê Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye."    DIJMINÊ BER DERÎ TIRKIYE YE    Muslim, bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: "Hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ji roja ewil de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijminantiyê dikin. Bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşên pir mezin kirin. Li gel van êrîşan me gelek destkeftiyên siyasî û eskerî bi dest xist. Ji bo ev pergala Xweseriya Demokratîk pêş nekeve hem li herêmê û hem di qada navneteweyî de gelek êrîş pêk hatin. Ev gef dê her tim hebin. Ji ber van êrîşan û dijminantiyê gelê herêmê mil daye hev û bi hevre têdikoşe. Êrîş û gefên Tirkiyeyê ku heta niha qut nebû, dê ji niha û şûnde jî berdewam bike."   ŞOREŞ 8 SALÎ YE   Muslim, herî dawî destnîşan kir ku tevî hemû êrîş, şer, ambargo û astengiyan Şoreşa Rojava ketiye 8 saliya xwe û gavên gelek mezin avêtine. Muslim, anî ziman ku Şoreş didome û hêj gelek bavên bavêjin hene û got: “Li Rojhilata Navîn yekem car ji bo parastina mirovahiyê, parastina jinê, pêşxistina wekheviyê pêş dikeve. DAÎŞ ji bo gelê cîhanê talûkeyek pir mezin bû. Lê bi vê şoreşê DAIŞ têk çû. Bi hezaran dijminê mirovahiyê û endamên DAİŞ'ê li vir girtî ne. Ev nîşan dide ku destkeftiyên gelê Cîhanê di şoreşa 19'ê Tirmehê de veşarî e. Şoreş didome. Xuya ye ku rojên dijwar li pêş me ye. Em hem bi hêzên li herêmê re û hem jî bi hêzên cîhanê re şer dikin. Lêgerin û şerê me yê ji bo civaka Azad û Demokratîk dê bidome. Em 8’emîn salvegera Şoreşê li hemû gelan pîroz dikin."    MA / Nazım Daştan