Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin 2020-07-19 16:20:38   ENQERE - Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, bi boneya di 5'emîn salvegera 33 ciwanên ku ji bo pêlistokan bibin ji zarokên Kobanê re, li Pirsûsê hatin qetilkirin, bibîr bîne, bi şîara “Em di şopa xeyalên we de bi heman biryariyê dimeşin"  pêlîstokên ku kom kiribûn gîhandin zarokên penaber.      Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, bi boneya 33 cwianên sosyalîst bibîr bîne, ji bo bîranîna wan lêpîstokên ku kom kiribûn ji zarokên penaber re şandin. 300 ciwanên Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst, (SGDF) bi banga “Me bi hevre Kobanê parast em ê bi hevre ava bikin" di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin li navçeya Pirsûs a Rihayê kom bûn û xwestin pêlîstokên ku ji bo Zarokên Kobanê kom kirine, bigînin destê zarokan. Dema ciwanan di 20'ê Tîrmeha 2015’an di saetên nîvro de li pêş Navenda Çandê ya Amara daxuyanî didan û xwestin biçin Kobanê, endamên DAê yên bombe li bedena xwe pêçabûn, xwe di nava ciwanan de teqandibû. Di êrişa DAIŞ'ê de 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû û 104 ciwan birîndar bûbûn.    Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, bi boneya 33 cwianên sosyalîst bibîr bîne, di 5’emîn salvegera komkujiyê de bi şîara “Em di şopa xeyalên we de bi heman biryariyê dimeşin" kampanya pêlîstokan dabûn destpêkirin. Înîsiyatîfê pêlistokên ku kom kiribûn, li kampa penaberan a Dikmenê ya Enqereyê gîhandin destê zarokên penaber. Di çarçoveya kampanyayê de heta 17'ê Tîrmehê ji Îzmîrê heta Wanê ji gelek bajaran pêlîstok şandin Enqereyê. Înîsiyatîfê û endamên SGDF'ê piştî pêlîstok paket kirin, ji bo li zarokan belav bikin çûn kampa penaberan a li Dikmenê ziyaret kirin û pêlistok li zarokan belav kirin. Di nava pêlistokan de, pêlîstokên ku girtiyên Girtîgeha Kandira şandibûn jî hebûn. Endamên SGDF'ê û Înîsiyatifê dema pêlîstok li zarok û malbatan belav kirin bi malbatên penaber re sohbet kirin.    Endama înisiyatîfê Cansu Yumuşak, anî ziman ku ew kampanya xwe ya ji bo zarokan dabûn destpêkirin li vê kampa Dikmenê bi dawî dikin û wiha got: “Rêwiyên me yên xeyalan jî bi derfetên xwe ji bo zarokan pêlîstok kom kirbûn û xwestibûn wan pêlîstokan li zarokên Kobanê belav bike. Lê destûr nedan wan. Me soz dabû ku di sala 5’emîn de jî em vê erka wan bidin ser xwe. Zarokên ku nekarîbûn li welatê xwe bijîn, li vir di nava hezar zor û zahmetî de dijîn. Em jî di salvegera komkujiya pirsûsê de pêlistokan li zarokên vir ên penaber belav dikin."