ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN 2020-07-20 09:00:14 * Di Komkujiya Pirsûsê de Fetî Aydin birîndar bû û kurê wî Çagdaş Aydin jî jiyana xwe ji dest da. Fetî Aydin got: “Xeyala zarokên me yek bi yek pêk tên. 40 sal jî derbas bibe em ê bibin şopdarê vê dozê.”  * Dîdem Akman li girtîgehê li dijî binpêkirina mafan 153 roj in di rojiya mirinê de ye. Akman a name ji dayika xwe re şand kirin “propaganda rêxistinê” û nagihîje cihê xwe.    * Kovara zanist, çand û lêkolîna kurdî ZEND’ê piştî demek dirêj hejmara xwe ya 27’emîn derxist. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku kovar ji bo xebatên kurdolojiyê çavkaniyek girîng e.    * Parêzera Komîsyona Mafê Jinan a Şirnexê Zozan Açar têkîldarî destdirêjî û tecawiza ji hêla çawişên pispor ve hatin kirin got: “Bêcezakirina faîlên îstîsmaran, dibe sedemê zêdebûna îstîsmarên zayendî.”   * KESK, dê têkildarî encamên OHAL'ê li Amed, Îzmir û Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.30 - 17.30)   * Li Amed, Enqere, Îzmir, Riha, Edene, Mêrsîn û Hatayê dê têkildarî 5'emîn salvegera 33 ciwanên Sosyalîst ên di 20'ê tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin daxuyanî bên dayîn. Dê di bîranîna Kadikoy a Stenbolê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan jî amade bibe. (11.50 - 19.00)    * Li Dîlokê dê li diji binçavkirin û girtina endam û rêveberên HDP, DBP û SYKP'ê daxuyanî bê dayîn. (12.00)     * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, dê di çarçoveya "Hevdîtina Demkorasiyê de" li Odeya Endezyarên İnşaetê ya Enqereyê bi mexdûrên OHAL û KHK'ê re bê cem hev. (17.00)