Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc 2020-07-20 09:00:45 STENBOL – Dîdem Akman li girtîgehê li dijî binpêkirina mafan 153 roj in di rojiya mirinê de ye. Akman a name ji dayika xwe re şand kirin “propaganda rêxistinê” û nagihîje cihê xwe.  Dîdem Akman di 2009’an de dema xwendekara Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bû bi hêceta hewl daye Wezîrê Dadê yê berê Hîkmet Samî Turk bikuje tê girtin. 9 caran cezayê heta hetayê lê tê birîn. Akman li dijî bipêkirina mafan ên li girtîgehê ji 19’ê sibata 2020’an ve li Girtîgeha Jinan a Şakrana Îzmîrê di rojiya mirinê de ye.    NAMEYAN JÎ KIRINE SÛC    Akman ji ber şewba vîrûsa koronayê hevdîtinên vekirî û girtî li gel malbata xwe pêk nayne û di nava vê demê de ji du hefteya carek telefonî malbata xwe kir. Akman piştî bi mehan di 16’ê tîrmehê de li girtîgehê bi dayika xwe Zulfiye Akman re hevdîtin pêk anî. Dayika wê di hevdîtinê de hîn dibe ku nameyên keça wê jê re şandiye wek “propaganda rêxistinê kiriye” nîşan dane û negihîştine destê wê.    ‘ASTENGKIRINA NAMEYAN ŞERMA TIRKIYÊ YE’    Zulfiye Akman diyar kir ku ji bo girtiyan her tişt qedexe ye û got: “3 meh in hevdîtin û ragihandin qedexe ye. Nameyên keça min bo min şandiye sansûr kirine û neşandine. Êdî nahêlin ku keça min name jî bişîne. 2 meh û nîv in nameyên wê naşînin. Di hevdîtinê ez hîn bûm ku bi hêceta ‘propaganda rêxistinê kirine’ dest danîne ser. Wê keça min propaganda çi ji bo min bike? Di nameyên şandiye de tiştên rojane û helbest nivîsîne. Ev yek jî ji bo Tirkiyê rismê şermê ye. Armanca rayedaran û girtîgehê ew e ku keça min îzole bikin. Ev jî rêbazek êşkenceyê ye.”    BANG KIR    Akman da zanîn ku ew ji rewşa keça xwe bi guman e û ji bo şert û mercên girtîgehê werin başkirin û daxwazên keça wê Dîdem werin pejirandin bang li rayedaran kir.   MA / Semra Tûran