‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’ 2020-07-20 09:00:48 DERSIM – Di Komkujiya Pirsûsê de Fetî Aydin birîndar bû û kurê wî Çagdaş Aydin jî jiyana xwe ji dest da. Fetî Aydin got: “Xeyala zarokên me yek bi yek pêk tên. 40 sal jî derbas bibe em ê bibin şopdarê vê dozê.”   Komek qelebalix li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûbûn da ku pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Serê sibeha 20’ê Tîrmeha 2015’an DAIŞ’ê li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsê bombe teqand û 33 kes bûn qûrbanî. Yek ji van qûrbaniyên teqînê Çagdaş Aydin bû û bavê wî Fetî Aydin jî birîndar dibe.    Fetî Aydin ê endamê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku bi birîndarî rizgar bû diyar kir ku wan ji bo bîranîna qûrbaniyan pirtûka bi navê “Lênûska Gula Sor” derxistine û heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.    'WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’    Fetî Aydin diyar kir ku zarokên wan ji bo zarokên qada şer Kobanê kêfxweş bikin û ji bo wî bajarê hilweşiyayî bibin alîkar dixwestin ji Pirsûsê biçin Kobanê û lê xwînxwaran peşkê li çûna ciwanan xistine û ew qetil kirin e. Aydin anî ziman ku edaleta ji bo Pirsûsê edaleta ji bo her kesî ye û ew ê li ser vî esasî têkoşîna xwe bidomînin û ew ê bi têkoşîn û hevgirtinê vê neheqiyê têk bibin.    ‘DIXWEST PIRA BIRATIYÊ AVA BIBE’    Aydin destnîşan kir ku lawê wî Çagdaş kesek pir dihat hezkirin û ew hezkiriyê xwezayê bûye û got: “Sedema me wî li Mûnzûrê veşar jî ev bû. Beşdarî gelek çalakiyên ji bo parastina xwezayê bûbû. Ji Roboskî heta Somayê beşdarî hemû çalakiyan bûbû. Aydin got armanca lawê wî Çagdaş ew bû ku pira biratiya gelan were avakirin û sedema ku çû Kobanê jî ew bû û ew mirovek cuda bû.     ‘QATIL SERBEST IN’    Aydin destnîşan kir ku qatilên wan serbest hêj digerin, lê belê yên ku têkoşîna edaletê birêve dibin û parêzerên wan tên binçavkirin û girtin yanî li şûna qatilan her roj ew tên girtin.    ‘EM XEYALÊN WAN PÊK TÎNIN’    Aydin anî ziman ku wî hevjîna xwe Saniye Aydin ji bo bîranîna Çagdaş û hevrêyên wî ji pênûsên dostên wî pirtûka “Lênûska Gula Sor” nivîsandine û wiha got: “Em bawer nakin ku zarokên me mirin e. Xeyalên zarokên me dijîn, ew dibin pirtûkxane û dibin şitlên azadiyê. Loma ew yek wezîfeya me ye em xeyalên zarokên xwe belav bikin. Divê her kes wisa dizanibe. Bi hezaran dayik û bavên zarokan bûn xwişk û birayên me. Wê zarokên me her dem bijîn. 40 sal jî derbas bibe wê ev doz û şopandin bidome. Em bang li xelkê xwe dikin ku piştevaniya doza me ya mafdar bikin.”    MA / Ayşe Surme