Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket 2020-07-20 10:54:20 ŞIRNEX – Leşkerên Qereqola Akdîzgîn piştî ku gule barandin, li daristana di navbera Çiyayê Gabar û bajaroka Findikê de şewat derket.    Leşkerên li Qereqola Akdîzgîn ê li çoltera navçeya Basa ya Şirnexê dimînin piştî ku gule barandim li daristana di navbera Çiyayê Gabar û bajaroka findikê de şewat derket. Şewata ku duh şev rû da, heya saetên serê sibê belav’î daristanên di navbera navçeya Basa û bajaroka Findikê bû. Balkêşe ku rayedar bi tu awayî mudaxileyî şewatê nakin.   Li aliyê din, hat hinbûn ku operasyona bi tevlîbûna gelek leşkeran, rojek berê li pêşberî Qesra Elo Dîno dest pê kiribû, bi dawî bûye.