Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê 2020-07-20 12:19:51 AGIRÎ - Danişîna doza Rojnamger Azîz Oruç  de sibê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bê dîtin. Hevjîna Azîz Oruç û parêzerên wî banga piştevaniyê kirin.    Danişîna doza Rojnameger Azîz Oruç ku di 11'ê Kanûna 2019'an de li Bazîda Agiriyê hat binçavkirin û girtin, dê sibê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê bê dîtin. Yekemîn danişîna doza Azîz Oruç û Muhammet Îkram Muftuoglu û Hevserokê HDP'ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ku bi îdeaya alîkarî dane Oruç hatibûn girtin û niha li Girtigeha Tîpa L a Patnosê girtî ye, dê sibê bê dîtin. Beriya danişînê Hevjîna Oruç û parêzerê Oruç bang li piştevanî û şewirmendiyê kir. Rojnameger Adnan Bilen, diyar kir ku Azîz Oruç rojnameger e û wiha got: "Rayedarên hikûmetê piştî ku Oruç kirin hedef hat girtin. Oruç ji ber xebatên xwe yên rojnaemgeriyê hatiye girtin. Em bang li hemû hevalên xwe yên rojnameger dikin ku piştgiriyê bidin hevalê me Azîz. Îqtîdarê Oruç wekî ‘terorist’ îlan kir. Lê divê em carek din li salona dadgehê nîşan bidin ku Aziz Oruç Rojnameger e. Divê Aziz bê berdan û rojnamegeriya xwe berdewam bike.    ROJNAEMGERÎ NE SÛC E   Rojnameger Oktay Candemîr jî anî ziman ku Oruç 7 mehin li dijî hiqûqê girtî ye û wiha got: “Xebat û nûçeyên Oruç wekî sûc hatine dîtin. Azîz Oruç dê sibê derkeve pêşberî dadgehê. Em weki hempîşeyên wî dê li cem wî bin."    Nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî jî diyar kir ku Oruç dema ji Îranê derbasî Ermenistanê dibû, Îranê Oruç teslîmî Tirkiyeyê kir û wiha got: "Îranê hevalê me yê Rojnameger Oruç di ser têlan re avêt sînorê Tirkiyeyê. Ji mirinê xelas bûye. Wekî sedan hevalên me Azîz Oruç jî li dijî hiqûq û edaletê girtî ye. Em dixwazin hevalê me Oruç bê berdan."    ‘ROJNAEMGIYÊ KRÎMÎNALÎZE  DIKIN'    Rojnameger Ruşen Takva jî anî ziman ku Aziz Oruç rojnameger e û wiha got: "Cihê rojnamegeran ne girtîgeh e. Divê li qadê nûçeyan çêke. Di salên dawî de zextên li ser medya muxalif zêde ye. Bi van zextan dixwazin pîşeyê rojnamegeriyê krîmînalîze bikin. Dixwazin ji armanca xwe dûr bixin. Em ê sibê doza Oruç bişopînin û piştgiriyê bidin wî."    BANGA PIŞTEVANIYÊ    Hevjîna Hulya Oruç, jî anî ziman ku ew hevî dike sibê biryarek xweş bê daîn û wiha got: "Ez bang li her kesî dikin ku sibê piştgiriyê bidin Oruç û me tenê nehêlin."    TU DELÎL TUNE    Parêzerê Oruç Prz. Erhan Çiftçîer jî anî ziman ku hemû xebatên rojnamegeran tên darizandin û beraet dikin. Prz. Çîtftçîer, anî ziman ku der barê dosya Oruç a Bazîdê de jî tu delîlê rêxistinî tune ye. Parêzer Çîfçîer, bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Oruç û vê kumpasê puç bikin.