Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin 2020-07-20 13:01:26   ENQERE - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de, lêpirsînek nû hat vekirin. Daxuyaniya Yuksekdag a li bser Şaredariya  Bajarê Mezin a Amedê û Twîtterê parvekiribûn weke sûc hat dîtin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag de, lêpirsînek nû da dest pê kirin. Twîtterên Yuksekdag ên di sala 2014’an de parvekirin û daxuyaniya piştî girtina Gultan Kişanak û Firat Anli li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiribû sûc hatin dîtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê bi rêve bir de, di 3’yê Tîrmehê de bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Kandirayê îfadeya Yuksekdag hat girtin.   Di lêpirsînê de hemû parvekirinên Twîtterê yên Yuksekdag ên sala 2014’an sûc hatin dîtin.    DOZÊN LI YUKSEKDAG HATIN VEKIRIN   Piştî ku mafê destnedayîna Yuksekdag hat rakirin di 4’ê Midara 2016’an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandirayê tê girtin. Yuksekdag ji doza xwe ya sereke ya li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dewm dike, bi îdîayên “Rêxistin avakirin û bi rêve birin”, “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin”, “Ji bo sûc kirinê, tehrîk kirin”, “Bi awayekê zelal gel sewqî kîn û dijminantiy’ê kirin”, “Bi awayekê bêçek beşdarî civîn û meşên li dijî qanûnê bûyîn” û hwd, tê darizandin.   Derbarê Yuksekdag de, di nava 4 salan de, ji 40’î zêdetir fezleke hatin amadekirin. Yek jê li Farqînê, 3 jê li Enqerê bi giştî 4 dozên derbarê Yuksekdag de hîna jî dewam dikin. Di 11 dosyeyên Yuksekdag de biryar hat dayîn. Yuksekdag di 20’ê Îlona 2019’an de, di çarçoveya dosyeya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de, li aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Anqerê ve cara duyemîn hat girtin. Biryara veşartî ya derbarê dosyeya dozê de ev 10 mehin dewam dike.    MA / Bêrîvan Altan