Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin 2020-07-20 14:07:43 MÊRSÎN – Baroya Mêrsînê, OHD û ÇHD’ê, ji bo parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê dene, daxwaza edaletê kirin û diyar kirin ku di êrîşa li dijî parêzeran de, parastin di hedefê deye.    Baroya Mêrsînê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi armanca balê bikêşin ser çalakiya parêzerên girtî Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal ên di rojiya mirinê dene û êrîşa li dijî büroya parêzer Şîar Rîşvangolû ya li Edenê li ber Edliya Mêrsînê daxuyanî dan çepemeniyê. Serokê Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlboga û gelek parêzer beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankart û dowîzên “Bila edalet bê bicih anîn, Ebrû û Ataç bijîn”, “Ji parêzerên girtî re edalet” û “Ji her kesî re edalet” hatin vekirin.    PEYWIRA PARASTINÊ DI HEDEFÊ DEYE   Prz. Hoşyar Sariyildiz, di daxuyaniyê de axivî û wiha  got: “Rojiya mirinê ya Ebrû Timtik di roja 200’an deye û ya Aytaç Unsal jî di roja 169’emîn de dewam dike. Êdî tenduristiya parêzeran di talokê deye. Di vê êrîşa li dijî parêzeran de, peywira parastinê di hedefê deye. Yanî parastin dibin êrîşên cîdî deye. Çend roj berê li dijî büroya yek ji parêzerên ÇHD’ê Şîar Rişvanoglû pêk hat. Gel li wî hatiye xwarin. Ev kirînên wiha, çewhera êrîşên desthilatdariyê  yên li dijî parastinê ne.”   ‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’   Sariyildiz, da zanîn ku endamê Şaxa OHD’ê yê Dîlokê Prz. Adnan Erol jî, ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di 16’ê Tîrmehê de hat girtin û wiha bilêv kir: “Dema ku me sonda pişeya xwe da, me soz da ku emê xwedî hiqûq, exlaq û rûmeta pişeya xwe derkevin. Emê têkoşîna xwe dewam bikin. Ger em têkoşîna xwe dewam nekin, wê demê dê gelek tişt parçe bibin, wê edalet, liyakaq, ewlehî, maf û gel parçe bibin. Wê hemû nirxên ev welat kiriye welat parçe bibin.”  Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên “Parastin nayê bêdeng kirin”, “Ebrû Tîmtîk rûmeta me ye” û “Aytaç Unsal rûmeta me ye” hatin berz kirin.