HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike 2020-07-20 14:21:53 ENQERE - HDP'ê pêşniyarname da Meclîsê û xwest komkujiya Pirsûsê ronî bikin û komkujiyên din ên mezin jî derxin holê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an ku 33 ciwanên şoreşger û sosyalîst ên dema pêlîstok dibirin ji zarokên Kobanê re li Pirsûsê ji aliyê DAÎŞ'iyan ve hatibûn kuştin, pêşniyarname da meclîsê û xwest meclîs komkujiyê lêkolîn bike û ronî bike. HDP'ê anî ziman ku berpirsiyariya dîrokî ye ku meclîs komkujiya Pirsûsê û komkujiyên din ronî bike û bi van rastiyan re bê rûqalî hev. HDP'ê da zanîn ku li ruxmê 5 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî hêj tu gavên ronîkirinê nehatine avêtin û lêpirsînek çalak nehatiye kirin. HDP'ê da zanîn ku hêj 5 saet dîmenên têkildarî mijarê bi israr nexistine nava dosyayê û xwet meclîs lêkolînê bike û bûyerê ronî bike. HDP'ê xwest komkujiyên GAR'a Enqereyê û Dîlokê jî bên ronîkirin û hesab bê pirsîn.