Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin 2020-07-20 15:20:30 DÎLOK - Heyleta HDP'ê, ji bo balê bikişîne ser binçavkirin û girtina endam û rêveberên xwe li pêş avahiya HDP'ê ya Dîlokê daxuyanî dan û gotin: "Hûn bi operasyon, binçavkirin û girtinan nikarin me xelas bikin. Hûn bi vê yekê taliya xwe tînin."  Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya binçavkirin, girtin û operasyon li dijî endam û rêveberên xwe şermezar bike, Rêxistina HDP'ê ya Dîlokê ziyaret kir. Di ziyareta HDP'ê de; Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu, Cîgiha Hevserokên Giştî ya HDP'ê Tulay Hatimoğullari, parlamenterên HDP'ê Mahmut Togrul, Fatma Kurtalan, Remziye Tosun û Îmam Taşçier amade bûn. Parlamenterê HDP’ê Mahmut Tugrul, ewil 33 ciwanên ku di Komkujiya Pirsûsê de hatin kuştin bibîr anî û got: "Di salekê de li dijî partiya me 2 operasyonên mezin pêk hatin. Bi van operasyonan dixwazin siyaseta demokratîk tune bikin. Bi van operasyonên mezin dixwazin partiya me bê tesîr bikin. Di 14'ê Mijdara 2019’an de dîsa li dijî endam û rêveberên partiya me operasyon li dar xistin û 57 hevalên me binçav kirin. Ji hevalên me pirsa "Hûn çima diçin HDP'ê pirsîn. Di operasyona duyemîn de jî heman pirs pirsîn."    HÛN NIKARIN XELAS BIKIN    Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê û Berpirsiyara Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê Tulay Hatimogullari jî bertek nîşanî operasyonan da û got: "Li dijî hemû kesên muxalif operasyonên binçavkirin û girtinê dikin. Zincîrek dirêj a operasyonan heye. Rêveberên partiya me digirin. Bi ser avahiya partiya me de digirin. Lê ew çi dikin bila bikin nikarin encamê bistînin. HDP ne tenê avahî û tabela ye. Wisa difikirin ku bi van operasyonan HDP'ê xelas bikin. Lê dê xwe xelas bikin. HDP'ê 6 milyon deng stendiye. Hîtabî 80 milyon mirov dike. Hêza HDP'ê li holê ye. Ev rejîma yek mirovî dawiya xwe bi destê xwe tîne. Em wekî HDP'ê dê têkoşîna xwe berdewam bikin."    Heyeta HDP'ê piştre malatên rêveberên girtî ziyaret kir û piştgirî da malbatan.