Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine 2020-07-21 09:15:23 ŞIRNEX - Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kûnî diyar kir ku li Şirnex û navçeyên wê Silopiya û Hezexê hejmara pêketiyên koronayê zêde bûne û niha li tevahiya Şirnexê hejmara pêketiyan hezar û 600 kes in û xwest xelk xwe biparêz e.    Li Tirkiyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê dimirin û pê dikevin zêde dibe û hejmara pêketiyan derketiye bi 219 hezar û 641 kesan. Di demên dawî de yek ji bajarên ku herî zêde korona lê berbelav bûye navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Heta niha bi dehan kes bi vîrûsê ketine û bi sedan mal jî di bin karantinayê de ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Dr. Serdar Kûnî rewşa dawî ya koronayê nirxand û got li gel pêvajoya “asayîbûnê” jî li herêmê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe.    LI CIZÎRÊ KÊM BÛYE LÊ LI ŞIRNEX Û SILOPIYA ZÊDE BÛYE   Kûnî diyar kir ku bi germbûyina hewayê re li navçeya Cizîrê hejmara pêketiyan  kêm bû, lê li navenda Şirnexê ev hejmar zêde dibe û got: “Beriya cejna remezanê hejmara pêketiyan 88 bû. Ji van 71 kesan nexweşî derbas kir. Lê piştî derbasbûyina pêvajoya ‘asayîbûnê’ xelk li parkan û kuçeyan geriya û çûnehat zêde bû. Loma jî hejmara pêketiyan zêde bû. Li Şirnexê nexweşxane hemû tije bûne. Niha bi giştî li Şirnexê hezar û 600 weqa hene. Her wiha testa 400 xebatkarên tendûristiyê jî pozîtîf derketiye. Di rojên dawî de li Cizîrê kêm bû. Lê li Şirnex, Sîlopiya û Hezexê hejmara pêketiyan zêde bûne.”      ‘XEBATKARÊN TENDÛRISTIYÊ DI KOMA RÎSKÊ DE NE’    Kûnî da zanîn ku test nayên kirin û got: “Ji berê de heta niha em dibêjin ku testên ku tên kirin têr nakin. Di heman demê de xebatkarên tendûristiyê jî ji vî tiştî bêparin. Lê belê koma herî xeternak a xebatkarên  tenduristiyê û bijîşk in. Divê demildest testên xebatkarên tendûristiyê werin kirin.”     BANG JI BO XELKÊ ŞIRNEXÊ   Kûnî ji bo parastina ji koronayê bang li xelkê Şirnexê û navçeyên wê kir û xwest xelk xwe bi xwe tevdîrên xwe bigire û bila ji bîr nekin ku hêj metirsiya koronayê derbas nebûye.    MA  /  Zeynep Durgut